Ji YJA'yê kampanya 'Bi jina azad re ber bi neteweya demokratîk'

Ji YJA'yê kampanya 'Bi jina azad re ber bi neteweya demokratîk'

YJA li ser bingeha jîndariya perspektîfa neteweya demokratîk, bi şiyara "Bi jina azad re ber bi neteweya demokratîk" dest bi kampanyayekê kir. Koordînasyona YJA'yê got, "Kampanya me wê di vê çarçoveyê de bikeve nava nêzîkatî û hewldanên xweser ên ji bo pêşxistina rêxistinbûyîn û xebatên ji bo heyşt aliyên neteweya demokratîk."

Koordînasyona YJA'yê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ligel çareserkirina pirsgirêkên dîrokî yên jinê, di nava kaosa rojane ya ji nû ve avakirina civakê ya li gorî cewhera demokratîk û azadîparêziyê, wezîfe û berpirsyariya bingehîn a rêxistinbûyîna civakî ya jinê YJA ye.

Koordînasyona YJA'yê diyar kir ku li ser bingeha vê berpirsyariyê wan dest bi xebateke kampanyayê kirine û got, "Kampanya me wê li ser bingeha pêşxistina civakîbûna jinê ya demokratîk, zanyarî û rêxistinbûyînê biafirîne. Lewma ev kampanya me li hemû jin, gelê me û hêzên demokratîk pîroz be."

‘PERSPEKTÎFA NETEWEYA DEMOKRATÎK ESAS TÊ GIRTIN’

Koordînasyona YJA'yê ragihand ku kampanya bi şiyara "Bi jina azad re ber bi neteweya demokratîk" wê li ser bingeha jîndariya perspektîfa neteweya demokratîk, têkoşîna azadiya jinê li qada civakî mezin bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dê li dijî rêxistinbûyîn û zîhniyetê dewletperest, desthilatdarperest û zayendîperestiyê, têkoşînê radîkal bike û têkoşîna rêxistinbûyî li her qadê belav bike" û hat destnîşankirin ku dê jinê jinûve bigihêjîne pîvanên azadiyê û di pêngava çareseriya demokratîk de bike xwedî hêza cewherî û sekna bi vîn.

‘ZANYARIYA CEWHERÎ, VÎNA CEWHERÎ, RÊXISTINBÛYÎNA CEWHERÎ...’

Koordîsyona YJA'yê da xuyakirin ku jin dê bi zanyariya xwe ya cewherî, vîna xwe ya cewherî û rêxistinbûyîna xwe ya cewherî re civaka demokratîk ava bike û got, "Ev yek ji bo civakîbûna jinê pêwistiyeke bingehîn e, di heman demê de pêwistiyeke civakî ye. Xebata kampanyayê jî dê li ser bingeha bersivdayîna vê pêwistiyê, li her qadê li ser bingeha jîndarîkirina pîvana zanyariya neteweyî ya demokratîk û rêveberiya cewherî, bê meşandin.

Jina ku yek ji hêmanên bingehîn ên neteweya demokratîk e, li ser bingeha pêşvebirina nasnameya azad dê neteweya demokratîk jîndar bike. Ji ber ku asta azadiyê ya jinê bi asta azadiyê ya civakê re pêwendîdar e, veguherîn û avabûna demokratîk a civakê ancax bi veguherîna jinê pêkane. Kampanya me wê di vî warî de bibe pêvajoyeke jinûve avakirinê, guherîn û veguherîna jinê xurtir bike. Çawa ku dîroka koledariyê ya jinê di dîroka Rojhilata Navîn de veşartiye, derketina wê jî dê ji vê axê bibe. Derketina jinê jî ancax bi şoreşeke azadiyê ya mezin dibe. Kampanya me wê wê şoreşa azadiyê bigire dest û ji bo jîndarîkirina wê, zanyarî û rêxistinbûyînê biafirîne."

DÊ BI TEVGERÊN JINAN ÊN CÎHANÊ RE TÊKILIYÊ DEYNE

Koordînasyona YJA’yê da zanîn ku yek ji peywira sereke ya kampanyayê eve ku dê bi tevgerên jinan, sazî û sexsiyetan re nêzîkatiyeke hevpar pêk bînin û wiha pê de çû: “Bi qasî ku di pirsgirêkên jinan de bibin hevpar, di çareseriyê de jî ji bo rêxistinbûn û hewldanên bibin hevpar û dê di pêvajoya kampanyayê de ev bê pêşxistin.

Li vê erdnîgariyê riya aştiyeke mayîn de di piştevaniya gelan û jinan de derbas dibe.  Di esasa piştevaniya ku yek ji rêgezên aştiyeke mayînde ye, divê rêxistinbûna eniya demokratîk a jinan pêş bikeve.

Di civaka me ya îroyîn de ku şîdet ketiye rewşeke sîstematîk, bi psîkolojîk, civakî, siyasî û aborî de zêdetir li jinan dixe.  Li dijî şîdeta ku di şexsê jinê de li civakê dixe, bi qadî bilindkirina têkoşîna rêxistinbûnê, divê jinan bigihînin rêxistibûn û hişmendiya parastina rewa û ev jî  yek ji peywira sereke ya kampanyaya me ye.

Di vê esasê de bi rêxistinbûn û hişmendiya parastina rewa, li dijî  pergala li dij azadî, demokrasî û jinê dê rêxistinbûn û sekneke ku divê bibe hêza çaresrî û hesabpirsînê bê belavkirin.

Kampanyaya ‘Bi jinan demokratîk berbi netewa demokratîk re’ bi qasî ku dê pirsgirêkên jinan derxînin holê,  dê têkoşîna civakî pêşve bibe, hêza çareseriya demokratîk û îradeya çareseriya demokratîk derxîne holê.

Jinên ku di esasa hişmendiya netew demokratîkbûnê de xwe saz dike dê di hemû qadên jiyanê de bibe hêza çareseriyê, di serî de  di qada ziman û çandê de, di qada aborî, polîtîk, jiyana civakî, hiqûq, parastina rewa, dîplomasiyê de di esasa rêxistinbûn û hişmendiya demokratîk de xwe bike alternatîf. Her wiha dê ji bo pêşvebirina îradeya xweser a civak û kes de rê vebike.

DÊ DER BARÊ 8 ALIYÊN NETEW DEMOKRATÎKBÛNÊ DE XEBATÊ BIMEŞÎNE

Koordînasyonê da zanîn ku dê kampanya der barê 8 aliyê netew demokratîkbûnê de xebat û rêxistinbûnê pêşve bibe û dê di nava hewldanê de be û got: “ YJA’yê heta niha bi kamapnayayê ku pêk aniye de di her qada civakê de pirsgirêkên ku jin dijîn derxistiye holê, xistiye rojevê û hem jî li dijî vê têkoşîna rêxistinkirîr pêş xistiye. Ji bo vê zemîn ava kiriye, pêşve biriye. Ev kampanyaya me dê zêdetir bi hêz bike, di heman demê de  rêxistineke ku çareseriyek bi hêz derdixe holê, bide destpêkirin û bidomîne.

Jin beyî ku ji dewlet û mêrên serdest bipê, dê di nava nêzîkatiyeke ‘Bixwe bike, bixwe ava bike’ de be û dê di her qada jiyanê de bibe hêzeke rêxistinkirî.  Di esasa zîhniyeta demokratîk û pergala demokratîk de em bang li hemû jinan, gelê xwe û aliyên demokratîk dikin ku xwedî li kampanyayê derkevin û bikevina nava hewldana serkeftinê.”