Ji YPG’ê çalakiyeke bi bandor

Ji YPG’ê çalakiyeke bi bandor

Hêzên YPG’ê çalakiyek bi bandor li dijî navendên komên çekdar ên girêdayî Dewleta îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra û komên girêdayî wan pêk anîn û di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin îro saet di 04.00’an de YPG’ê li dijî navendên komên çeteyan ên li gundên Yûsifiyê û Girhok ên girêdayî Çilaxa ya Girkê Legê çalakiyek bi bandor pêk anîne. Hate gotin ku di encama çalakiyê de bi dehan endamên koman hatin kuştin û birîndarkirin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku komên çekdar piştî rastî derbeyên mezin ên hêzên YPG’ê hatine hêzên xwe yên li Dêra Zorê, Hesekê, Şedadê û Reqayê anîne herêmê.