Ji YPG'ê operasyona berfireh

Ji YPG'ê operasyona berfireh

Di encama operasyoneke berfireh a hêzên YPG'ê ya li dijî çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/El Nûsra de, gelek çekdar hatin kuştin û 3 nuqteyên çekdaran hatin bidestxistin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, çalakî di bin navê “opersyona şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn Efrîn” de, şevê din li dijî 3 navendên komên çekdar ên li nêzî gundê Xedean ê 5 kîlometre dûrî bajarokê Til Koçer û gundê Mişêfer a 7 kîlometre dûrî Til Koçer e pêk hat.

Hat ragihandin ku hêzên YPG’ê di çalakiyê de 3 nuqteyên komên çekdar bidest xistin. Her wiha doçkayek 14,5, qernasek, hejmarek çekên kelaşnîkof û gelek cebilxane hatin desteser kirin.

Li aliyê din hate hînbûn ku, li derdora gundên Girhok û Yûsifiyê jî di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar de pevçûn rû dane. Hate gotin ku di van pevçûnan de kuştî û birîndarên komên çekdar çêbûnê, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

LI TIL XELEFÊ OPERASYONA BERFIREH

Hêzên YPG'e di şeva 2-3'ê Îlonê de li hemberî navendên çeteyan ên li Til Xelefê yên li nêzî Serêkaniyê bi navê "Operasyona Şoreşger a Şehîd Çekjîn" lidar xistibûn û di encamê de herî kêm 20 çete hatibûn kuştin û cenazeyê 5 ji wan ketibû destê YPG'ê. Di heman operasyonê de 10 kaleşnîkof, 4 tivingên BRNO, 2 BKC, Dokçayeke 14,5, wsayîtek, gelek fîşekên dokça, bombeyên destan, cebilxane û malavên leşkerî hatibûn desteserkirin.

TIRKIYE PIŞTGIRIYÊ DIDE

Şervanên YPG'ê di 16-17'ê Tîrmehê de komên ser bi El Qaîdeyê ji Serêkaniyê qewirandibûn. Di rewşa heyî de komên çete li Til Xelef û Girê Spî yê ser bi Reqqayê weke "cîranê" Tirkiyê bicih bûne. Tê zanÎn ku birîndarên wan ji aliyê ambûlansên Tirk ve tên ragirtin û li nexweşxaneyên li ser sînor tên dermankirin. Tevî vê yekê jî Tirkiye piştgiriya leşkerî, dîplomatîk û madî dide komên El Qaîdeyî. Gelek belge û şahid hene ku vê yekê piştrast dikin.

Komên El Qaîdeyî, bi hin tabûrên ser bi Artêşa Sûriyeya Azad û hin komên biçûk ên Kurd ji meha Tîrmehê û vir ve êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikin. Li derveyî Rojavayê Kurdistanê li herêmên Kurd lê dijîn jî, ev komên mijara gotinê sûcên li dijî mirovahiyê yên mîna revandina mirovan, înfaz, îşkence û komkujiyan dikin. Ev sûcên komên çeteyan ji aliyê civaka navneteweyî ve bi bêdengî tên pêşwazîkirin. Çeteyên El Qaîdeyê di 28-29'ê Tebaxê de êrîşî taxên Kurdan ên li Reqqayê kiribûn û 350 kes revandibûn. Roja 1'ê Îlonê jî 3 ciwanên nasnameya wan nehat zanîn li navenda Girê Spî hatin kuştin.

ZÊDEYÎ HEZAR ENDAMÊN ÇETE HATIN KUŞTIN

Komên çete yên li pêşberî berxwedana hêzên YPG û YPJ'ê nekarî li Rojavayê Kurdistanê bi pêş ve biçin, ji gelek gund û nuqteyan hatin derxistin. Bi tenê li herêma Tirbespiyê, ji 17'ê Tîrmehê û vir ve tevî Harik, Hemara, Çelekê, Qasrikê, Xirbet, Elbir, Emaraat û Hedad bi dehan gund hatin rizgarkirin. Zêdeyî 160 endamên çeteyan di nava meh û nîvekê de hatin kuştin û herêm ji çeteyan hat paqijkirin. Piştî vê herêmê ji gundên Tay, Mazlûma û Sofiya pevçûn derketin.

Li gorî çavkaniyên nêzî YPG'ê ji destpêka pevçûnan û vir ve zêdeyî hezar endamên komên çeteyan hatine kuştin. Di nava van de gelek fermandarên koman hene. YPG'ê di bîlançoya mehekê ya Tebaxê aşkera kir de, ragihandibû ku di navbera 16 Tîrmeh û 16 Tebaxê de ji komên El Qaîde û Artêşa Sûriyeya Azad hêrî kêm 800 çekdar hatine kuştin.