Ji YPG ê operasyona bi bandor

Ji YPG ê operasyona bi bandor

Hate zanîn Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî du baregehên komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê yên li Mişrafa û Tiwêmiyê operasyonek lidar xistin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di encama operasyona hêj didome de gelek kuştî û birîndarên komên çete hene. Her wiha wesayîtek komên çete hat ruxandin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin îro saet di 04.00’an hêzên YPG’ê li dijî du baregehên komên çekar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê yên li gundên Mişrafa û Tiwêmiyê çalakî lidar xistin. Hate zanîn ku di encama çalakiyê de gelek kuştî û birîndarên komên çekdar hene, her wiha wesayîtek hatiye ruxandin.

Hat ragihandin, ku operasyon hînê dewam dike.