Jin sînor diparêzin
Jin sînor diparêzin
Jin sînor diparêzin

Li ser bangên li hember êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî Kobanê jinên Kurd berê xwe dan xeta sînor. Jinên pêşengiyê ji nobetên berxwedanê re dikin, diyar dikin heta êrîşên çeteyan bên rawestandin wê li sînorê Kobanê bin.
Jin pêşengiyê ji çalakiyên sînor û nobetên berxwedanê re dikin. Jinan diyar kirin ku heta êrîşên çeteyan bên rawestandin wê berxwedana xwe bidomînin û rexneya ku jin bi qasî tên xwestin tevlî çalakiyan nabin kirin.

MEHEKÊ JÎ 5 MEHAN JÎ BIDOME EM LI VIR IN
Saniye Agbay a ji Mersînê tevlî berxwedana sînor bû, got: “Ev hefteyeke em di nav berxwedana sînor de ne” û wiha dewam kir, “Em li vir 3 caran rastî şîdetê hatin. Weke her car em ê vê carê jî heta dawiyê li ber xwe bidin. Armanca hatina me ya vir ev e ku çeteyên DAIŞ ji axa Kurdistanê derxin. Ez dixwazim ji vir bang li hemû cîhanê bikim. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û van çeteyan ji Kurdistanê derxin. Ev hefteyeke em li vir in me zarok û mala xwe hişt. Eger pêwîst bike mehekê, 5 mehan bidome em ê li ber xwe bidin. Wek jinekê ez bang li tevayî hevalên xwe jin dikim. Bila her kes hişyar be.”
‘DIVÊ RÊXISTINÊN JINAN LI VIR BIN’
Hediye Demîr a ji Şirnexê tevlî berxwedana sînor bû û li gundê Qop nobetê digire got, “Ez rêxistina terorê DAIŞ şermezar dikim. DAIŞ li ber difna me ye. Ez bang li tevayî rêxistinên jinan dikim, ev şer herî zêde bandorê li jin û zarokan dike. Jinên Kurd ji aliyê rêxistina terorê DAIŞ ve li bazaran tên firotin, tên qetilkirin. Em li hember vê komkujiyê bêdeng nemînin.”

ÎRO ROJA YEKÎTIYÊ YE
Zakîre Malgaz diyar kir ku ew ê berxwedana Pirsûs-Kobanê heta dawiyê dewam bikin û got, "Ev sê sal in li Rojava şer heye. Kobanê îro ji ber êrîşên DAIŞ'ê di rewşeke baş de nîne. Ji vê derê bang li tevahiya rêhevalên xwe yên jin dikim. Li malan nemînin, îro roja yekîtiyê, roja têkoşînê ye. Roja destekkirina gelê Rojava ye. Li hemberî komkujiyên tê xwestin li Rojava bê kirin, bêdeng nemînin. Em destê xwe deynin ser wijdanê xwe û li gorî wê tevbigerin. Rêbertiya me ji bo me jinan mercên azadiyê afirand, divê em jî li gorî wê tevbigerin û gavan biavêjin."
Zakîre Malbaz ev bang li jinan kir: "Werin em bi gelê xwe yê Kobanê re bibin yek. Heta ku em bi ser bikevin, em ê li ser sînor ji berxwedana xwe venegerin."
Meryem Enîk a li ser sînor nobedê digire jî wiha axivî: "Em ji bo Kobanê hatin vir. Kobanê ya me ye, em ê nehêlin bikeve destê dijmin. Di dawiyê de em ê bi ser bikevin. Heta em sax bin, em ê ji doza xwe venegerin."

JINÊN CIWAN ÊN NOBEDAR
Jinên ciwan ên li ser sînor nuqteyên nobedê ava kirine jî ji bo pêşî li çûn û hatina çeteyan bigirin, derdorê dişopînin, bi dûrbînan tevgerên li herêmên dûr jî dişopînin.


