Jina ducanî ji ber bi tirkî nizane nehatiye muayenekirin
Jina ducanî ji ber bi tirkî nizane nehatiye muayenekirin
Jina ducanî ji ber bi tirkî nizane nehatiye muayenekirin
Hemwelatiyê bi navê Îlhan Turgay îdîa kir ku hevsera wî Fahriye Turgay a ducanî ji ber bi tirkî nizane li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê nehatiye muayenekirin û heqaret li wan hatiye kirin.
Îlhan Turgay hevsera xwe ya ducanî ji bo muayeneyê ku dibe Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê û ji bo hevsera wî bi tirkî nizane dixwaze tercûmaniyê bike. Turgay diyar kir ku ev xusûs ji doktorê bi navê S.O. re jî vegotiye, lê belê doktor bi gotina "Hevsera te çima bi tirkî nizane?" heqaret li wan kiriye, ew qewitandine û hevsera wî muayene nekiriye. Turgay her wiha îdîa kir ku doktor gotiye, "Biçe tu li ku deverê gilî bikî bike!" Turgay da xuyakirin ku li tevayî nexweşxaneyên herêmê endamên El Nusra tên tedawîkirin, yek ji wan jî bi tirkî nizane û ji bo wan tercûmanan tînin. Turgay di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ji ber nêzîkatiya doktor çûye beşa mafê nexweşan, wan jî ew şandiye cem serhekîm û wî jî heman heqaret lê kirine.
Turgay, diyar kir ku paşê hevsera xwe ya ew 9 meh in ducanî ye biriye li Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê muayene kiriye û li hemberî wan pêkanîn û kiryaran wê mafê xwe yên qanûnî bi kar bîne.
Rayedarên nexweşxaneyê têkildarî mijarê dan xuyakirin ku doktor bi tena xwe muayene nake, dibe ku ji ber vê xwestiye hevserê nexweş derkeve derve, lê ji ber ziman tiştek ne mijara gotinê ye. Rayedaran her wiha anîn ziman ku li nexweşxaneyê bêyî ferq û cudatiya ziman, ol û nîjad bê bikirin her kes wekhev tedawiyê dibîne û ji ber vê yekê jî serhekîm ji Turgay re gotiye ku dikare biçe li cem dozger gilî bike.