Jinan ji bo Rojava banga seferberiyê kirin
Jinan ji bo Rojava banga seferberiyê kirin
Jinan ji bo Rojava banga seferberiyê kirin
Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Peyasa Amedê bi boneya piştevaniya Rojava dest bi kampanya alîkariya Rojava kir û banga seferberiyê li gel kir.
Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Peyasa Amedê ji bo piştevaniya Rojava di derbarê kampanya alîkariya Rojava de li ber avahiya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê meclîsa jina Aygun Taşkin axivî û diyar kir ku, çeteyên Eniya El-Nusra li hemberî gelê Rojava "komkujiyê" pêktaniye û wiha got: "Bi êrişên dij têkoşîna kurdên Rojava dixwazin têkoşîna gelê Kurd asteng û bixenîqîne. Armanca wan êrişan ewe ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêşketinên demokratîk, jiyana ekolojîk, jin û paradîgmaya civaka azad asteng bike."
Taşkin anî ziman ku, dixwazin gelê Kurd bi birçîbûne terbiye bikin û helwesta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê rexne kir. Taşkin diyar kir ku, Hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê bi girtina deriyê Sêmalka li piştî Tikiyeyê ambargo pêk anîn û helwest û sekna xwe zelal kir û wiha got: "Destdirêjiya ku li Sûriyeyê û Rojava çêbibe dê di berjewendiyê gelên Rojhilata Navîn nebe."
Piştî Taşkin Meclîsa jinan ya BDP'ê a Peyasa Amedê ji bo piştevaniya Rojava dest bi kampanya alîkariya Rojava kir û banga seferberiyê li hemû gel kir. Alîkariyê ku bê komkirin dê li avahiyên BDP'ê de bê komkirin.
Piştî axaftina Taşkin Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut bi axaftinek kurt bang li gelê Kurd kir ku, piştgiriyê bidin gelê Rojava.