Jinek ji Sûriyeyê li mala xwe hate kuştin
Jinek ji Sûriyeyê li mala xwe hate kuştin
Jinek ji Sûriyeyê li mala xwe hate kuştin
Li Amedê jina Sûriyeyî ku bi hevserê xwe re nîqaş kir û ji aliyê hevserê xwe ve hate kuştin. Polîs piştî bûyerê hevserê wê jî di nav de ji malbata wê 7 kes binçav kirin.
Li Taxa Îskenderpaşa ya Azîzoglu ya navçeya Sûrê di kolana 2’emîn de bûyer pêk hat. Li gorî îdîayan jina Sûriyeyê ya 40 salî bi hevserê xwe re nîqaş kir. Hevserê wê çeka girt û hevsera xwe birîndar kir. Hevserê jinê û malbat reviyan û şêniyên kolanê li polîs geriyan. Polîs û peywirdarên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û li gel hemû mudaxaleyan ew rizgar nekirin. Polîsan 3 jin bi giştî 7 kes binçav kirin.