Jinên 8’ê Adarê di bin ambargoyê de pîroz dikin
Jinên 8’ê Adarê di bin ambargoyê de pîroz dikin
Jinên 8’ê Adarê di bin ambargoyê de pîroz dikin
Duh 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar bû. Yekitiya Star ev nêzî deh rojan bû her roj ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê gund bi gund navçe bi navçe geriya û jin agahdar kirin. Ji bo cejna xwe pîroz bikin, bang kirin. Hewldanên Yekitiya Star encam da. Ji ber wê duh Efrînê tije jin bûn.
Ji navçeyê Basutê, Şera, Şêrava, Cindirês, Bilbil, Mabeta û Reco jin bi wesayîtan berbi Efrînê ketin rê. Qada Dortyolê ji ber hejmara zêde ya jinan tije bû.
Piştî demekê bi dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî, Soza me bo Sakîne, Fîdan û Leylayê heye, riya wan riya me ye’ derbasî meşê bûn. Dema jinan dest bi meşê kirin li bajar jiyan rawestiya. Heta dereniya şevê Efrîn emanetê jinan bû. Duh Efrîn bibû bajarê jinan.
Efrîn jî wek Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ev zivistan di bin ambargo û pirsgirêka sotemeniyê derbas kir. Her çiqas li Efrînê biharê rengê xwe dabe der jî hêj pirsgirêk hene. Jinên ku di bin van pirsgirêkan de 8’ê Adarê pêşwazî kirin.
Dema em ji navçeya Reco derdikevin dayîkek û li gel wê jinek ciwan ji nava erdê dar û ber berhev dikirin. Me jê re got dayê îro cejna we ye; Wê jî got ji bo min cejna herî mezin zarokên min xwe germ bikeye. Ew di sermayê de bin, ez dê çawa cejnê pîroz bikim.
Dema bar li pişta wê bû jî min got cejna te pîroz be û wê jî got; Bila cejna me hemûyan pîroz be. Lê dema me ev rojên zehmet derbas kir, ku wa derbas kiriye, wê demê dê cejna me pîroz bibe.”
Belê duh Efrînê rojeke jinan jiya bû. Jinan li dijî ambargo û zextan xwedî îradeya azad bûn. Mirov ev di rûyê jinên di meşê de bûn baş hîs dkir…