Jinên ciwan ên li Serêkaniyê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan spartin axê

Jinên ciwan ên li Serêkaniyê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan spartin axê

Li Dirbêsiyê bi hezaran kes cenazeyê her du keçên ciwan, yên ku li Serêkaniyê di encama bombarana Tirkiyeyê de  jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke bi heybet spartin axê.

Ji saetên sibê ve, bi hezaran kes berê xwe dan ocaxa tenduristiyê ya bajarê Dirbêsiyê ku cenazeyê Hêlîn Şêxmûsa 18 salî û Bêrîvan Şêxmûsa 20 salî têde bûn. saet di 11.00’an de jinan cenazeyê her hu keçên ciwan li ser milan kirin û bi karwanekî bi heybet li kolanên bajêr herikîn. Kurdistaniyan bêdor dirûşimên “Şehîd namirin”, “bijî berxwedana YPG'ê” qîriyan.

Girseya gel piştî ku cenaze gihişt xaçerêya Serêkaniyê ku navê wê bûye Meydana Şehîdan, li wir merasîm hatin lidarxistin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Fayiz Umer axaftinek kir û diyar kir ku netewên ku azadiya xwe bi dest xistine xwîna zarokên xwe dane. Her wiha Umer da zanîn ku kurd jî çi ji destê wan were ew ê bikin û ji bo ku azadiya xwe bi dest bixin ew ê tişta ji wan were ew ê bidin.

Piştî Umer Endama Yekîtiya Star Dîlan Dêrik axivî û bal kişand, ser berxwedana Serêkaniyê û got:''Her ku şehîdek li me zêde bibe em bi hêztir û bibawertir dibin, bila dewleta Tirk dest ji plandên xwe, ku komên çete destek dike û wan tîne Serêkaniyê, heta ku li dijî gelê me şer bike û bombeyan li Ser malên sivîlan dibarînin, di encamê de va em dibînin ku sivîlên bê guneh jiyana xwe ji dest didin, berde''. Dêrik qetilkirina sivîlan a ji aliyê Tirkiyeyê şermezar kir û da zanîn ku jina kurd rola xwe ya sereke di şoreşa gelê kurd de digre, cihê xwe di nava şervanên YPG'ê de digre, li kêleka zilam mil bi mil xebata xwe dike. Di dawiya axaftina xwe de Dêrik sersaxî ji malbata jinên kurd re xwest.

Li ser navê malbata Bêrîvan û Hêlin Faris Mihemed axivî û berxwedana Serêkaniyê ya şervanên YPG'ê û gelê Serêkaniyê bi weke berxwedaneke herî bi nirx bi nav kir. Her wiha Faris da zanin ku bi dehan şehîdên din jî çêbibin ew ê dest ji doza xwe bernedin.

Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hozan Elî axivî û diyar kir ku di sedsala borî de, hêzên serdest di Kurdistanê de gelek şoreşên gelê kurd bin pê kirin, lê gelê kurd ji bo ku mafên xwe yê azadiyê bi dest bixe ranewestiya. Her wiha Elî da zanîn ku berxwedana gelê Serêkaniyê ranaweste heta çekdarên ku bi destek dayina Tirkiyeyê ketina bajêr bi temamî dernekevin. Elî di dewamiya axaftina xwe de da zanîn ku gelek kesên kurd li beramberî pereyan bi wan komên çete re dixebitin û nûçeyên derew ji çapemeniyê re radigihînin. Elî di dawiya axaftina xwe de ew kesan şermezar kir û sersaxî ji malbatên şehîdane re xwest.

Piştî Elî li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê peyam hatin xwendin, her wiha li ser navê Suryaniyan li Dirbêsiyê Îshaq Ebdo axaftinek kir û komên çete yên ku bi alîkariya Tirkiyeyê ketin Serêkaniyê de şermezar kir û berxwedana YPG'ê li Serêkaniyê silav kir. Di dawiya axaftina xwe de Ebdo sersaxî ji malbatên şehîda û gelê kurdre pêşkêş kir.

Piştî merasîm bi dawî bû, cenazeyê Hêlîn û Bêrîvan bi kerwaneke wesayitan ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê bi rê kirin. Li wir girseya cenazeyê herdû canoriyê jin spartin axê. Merasim bi dirûşiman bi dawî bû.