Jinên Cizîrê çanda tecawizê protekto kirin

Jinên Cizîrê çanda tecawizê protekto kirin

Jinên Cizîrê li hember bûyera keça ciwan C.A. a 17 salî ya li Silopiya piştî rastî tecawizê hat ji aliyê çeteya fihûşê ku hat xwestin bê firotin daxuyaniyek dan û nerazîbûn nîşan dan.

Di pêşengiya Navenda Şêwirmendiya Jin a Sitiya Zîn a di bin banê Şaredariya Cizîrê de xebatên xwe bi rê ve dibe, têkildarî bûyera keça ciwan C.A. a 17 salî ya li Silopiya destpêkê rastî tecawizê hat û Yekşema borî dihat xwestin ku ji aliyê çeteyên fihûşê ve bê firotin daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniya ku li ber Mala Gel û Taziyeyê ya Şaredariyê ya li Taxa Cûdî hat dayîn Dayikên Şemiyê, Serokê Rêxistina Cizîrê ya BDP'ê Ahmet Çetel, rêveberên navçeyê, endamên meclîsa şaredariyê, MEYA-DER, Mala Perwerde û Piştgiriyê ya Melayê Cizîrî û gelek jin amade bûn.

Li ser navê jinan Civaknasa Navenda Şêwirmendiya Jin a Sitiya Zîn Esîn Karahan diyar ku her cure êrîşên li dijî jinê ji aliyê partiya desthilatdar ve wek bûyereke ji rêzê tê destgirtin û meşrûkirin, hikûmet û organên darazê ne jinê yên jinê qetil dikin, tecawûzkar û tacîzkaran diparêze û bi vî awayî dibin sedema qetilkirina bi hezaran jinan.

Karahan, di axaftina xwe de bi bîr xist ku ji ber polîtîkayên tacîz û tecawizê li Silopiyayê jineke ciwan a 17 salî Yekşema borî rastî tecawiza 2 kesan hatiye û dema hatiye xwestin bê firotên ji aliyê gel ve hatiye rizgarkirin. Karahan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: "A me dide fikirandin ev e; hêzên ku piştgiriyê û cesaretê dide wan kesan kî ne ku bi awayekî aşkera vî karî dikin. Pir aşkera ye ku ev ji polîtîkayên hewl didin gel ji rê derxin û bê nasname bihêlin ne cuda ne."

Çalakî bi dirûşmayên "Jin jiyan azadî", "Cemaeta tecawizkar ji Kurdistanê bicehime" û "Destên dirêjî jinan bibin bila bişkin" bi dawî bû.