Jinên Enqereyî ji bo erdhejzedeyan alîkarî şandin
Jinên Enqereyî ji bo erdhejzedeyan alîkarî şandin
Jinên Enqereyî ji bo erdhejzedeyan alîkarî şandin
Li Enqereyê komek jinên ku bi rêya tora civakî xwe rêxistin kirin, ji bo erdhejzedeyên li Erdîşê di konteyneran de dijîn kamyonek tijî pêdiviyên zad, qût û kinc alîkarî şandin.
Ji bo erdhejzedeyên ku ji sala 2011'an erdheja Wanê di konteyneran de dijîn bi rêya tora civakî ku hatin gel hevdu alîkariyên ku kom kirin gihandin erdhejzedeyan. Di nav wan de keça resamê bi navûdeng û rojnamevan Fîkret Otyam, Done Otyam ku hebû Muna Haykir, Fîlîz Bagci, Yasemîn Apaydin û Demet Samanci, çûn serdana erdhejzedeyên ku di Konteynerên Alkanat de dijîn, zad, qût û kincên ligel xwe anîn jî li malbatan belav kirin. Jinan li pirsgirêkên erdhejzedeyan guhdarî kirin.