Jinên Kobanê perwerdeya çekan dibînin
Jinên Kobanê perwerdeya çekan dibînin
Jinên Kobanê perwerdeya çekan dibînin
Jinên Kobanê, ji bo di parastina herêma xwe de piştgiriyê bidin hêzên YPG'ê, perwerdeya çekan dibînin.
Jinên Kobanê yên temenê wan di navbera 18 û 40 salî de, ji bo di parastina herêma xwe de piştgiriyê bidin hêzên YPG'ê, tevlî dewreya perwerdeya bikaranîna çekdan dibin. Jin ji aliyê şervanên YPJ’ê yên Kobanê ve tên perwerdekirin. Perwerde kom bi kom 3 rojan tê dayîn û bi vî awayî tê plankirin ku hemû jinên Kobanê karibin çekan bikarbînin.
Têkildarî mijarê şervana YPJ’ê Rojda Efrînî axivî û da zanîn ku ew jinan fêrî bikaranîna çekan dikin û got: ‘‘Me bi sedan jin fêrî bikaranîna çekan kirin. Armanca me ew e ku jin karibe parastina xwe bike û rê ne de ti kes ku bikeve herêma wan.’’
Jina bi navê Wehîde Mihemed ku tevlî perwerdeyê bûye diyar kir, ku parastina herêmê ne bi tenê karê YPG-YPJ’ê ye, ev karê her kesî ye.