Jinên ku meşiyan Çiyayê Bagokê hatin rawestandin

Jinên ku meşiyan Çiyayê Bagokê hatin rawestandin

Jinên DOKH’ê ku bi armanca protesto kirina xirab kirina gorên aydê gerîlayên PKK’ê û HPG’ê meşiya, li ber Qereqola Cendirmeyan ya Aksu ji bo kontrolkirina nasnameyan hatin rawestandin.

Leşkerên Tirk di 2’ê Îlonê de Şehîdgeha Egîd Sûrûç xirab kirin, ji bo protesto kirina vê nêzîkatiyê jî Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) duh ji Amedê ber bi Çiyayê Bagokê meş dabû destpêkirin û hêjan didome.

Jinên ku meşa xwe ber bi Mêrdînê ve didomînin, li ber Qereqola Cendirmeyan ya Aksû ku li ser rêya Mêrdînê ye hatin rawestandin. Li ber qereqolê gelek wesayîtên zirxî û polîsên hêzên çevîk amade bûn. Hate diyarkirin ku, piştî kontrola nasnameyan dê destûrê bidin derbaz bibin.

Çav lê ye ku jin şev bigehin Mêrdînê û sibe siharê jî ber bi Nisêbînê ve bimeşin.