Jinên wargeha Ş.Rûstem bi meşekê piştgirî dan kampanya YJA
Jinên wargeha Ş.Rûstem bi meşekê piştgirî dan kampanya YJA
Jinên wargeha Ş.Rûstem bi meşekê piştgirî dan kampanya YJA
Di çarçoveya kampanyaya ku ji aliyê YJA yê ve dibin navê, “Bi jina azad ber bi netewa demokratîk ve ” hatiye destpêkirin, îro jinên wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi meşekî girseyî piştgirî ji kampanyayê re kirin. Jinan di meşê de komkujiya li Parîsê jî şermezar kirin û xwestin kesên qatil werin darizandin.
Îro li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar de ji bo piştgirî bidin kampanyaya YJA bi duruşma “ Bi jina azad berbi netewa demokratîk ve” hatiye destpêkirin, meşekî girseyî ji aliyê jinên wargehê ve hate lidarxistin.
Meş ji ber derê Şaredariya Wargehê destpêkir heya ber derê nûnertiya Neteweyên Yekbûyî dom kir. Di meşê de bi sedan jin û xwendevan amadebûn. Di meşê de alên KCK, PKK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û bê navber duruşmên “ Bijî Serok Apo”, “ Bijî tekoşîna jina azad” hatin qîrîn. Jinan bi cilûbergên Kurdî xwe xemilandibûn.
Piştî ku meş gehişt berderê nûnertiya Netewên Yekbûyî liser navê Meclîsa Îştar mamosta Xatûn Kara peyama ku hatibû amadekirin xwend. Di peyamê de hate diyar kirin ku, jinên wargehê wê li dij hemû qirkirin, tundî û zextan bêdeng nemînin û dengê xwe bilind bikin.
Kara wiha berdewam kir; “ Em wekî Meclîsa Îştar binavê jinên wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bi vê çalakiyê beşdarbûna xwe ji kampanyaya bi duruşma “ Bi jina azad berbi netewa demokratîk ve” diyar dikin. Ji ber di wargehê de sîstema konfederalîzma demokratîk wek modela jiyanê hatiye rûnişkandin, di nav vê pergalê de asta jin, vîna wê ya azad û tevlîbûna wê li pêşe. Di pêşxistina kampanya û têgihandina armanc, naveroka kampanyayê û her wiha avakirina zîhniyeta demokratîk de qadek destdayî û rêxistinkiriye. Wek jinên wargehê li gor armanca kampanyayê em dê liberanberî her cûre qirkirin, destavêtin, kuştin, tundî, bişaftin yên ku jinê berbi tunebûnê ve dibe bivîna xwe ya azad bibin xwedî helwest û li dijî van kiryaran mejiyê ku xwe dispêre vê zîhniyetê têkoşîna xwe berfireh bikin. Ji bona vê ji dagirtina sîstema heyî û naveroka kampanyayê bi perspektîfên neteweya demokratîk liser bingehê guherînê, emê di nav xebatên girîng û li rexa vê jî di nav çalakiyan de bin.”
Di dawiya peyamê de helwesta dewleta Firansa û Ewropa ya li beramber komkujiya Parîsê hate şermezar kirin. Di peyamê de hate gotin ku, pêwîste di demek herî nêz de kesên komkujî pêkanîne werin aşkera kirin û darizandin.