Jiyana komîn astengiyan ji holê radike
Jiyana komîn astengiyan ji holê radike
Jiyana komîn astengiyan ji holê radike
Jiyana komîn a gerîlayan, astengiyên tendurstiyî yên ji ber şer û pevçûnan rû didin, ji holê radike.
Min her du gerîlayên jin nas ne dikirin. Dema min bi gerîlayeke jin re sohbet dikir, bi carekê ve ev dîmen hat ber çavê min.
Pirsa destpêkê hat bîra min ev bû; gelo çima ew gerîlaya jin şelema gerîlaya din girê dide? Ez ji ciyê xwe rabûm û ber bi wan ve çûm. Min ew pirs di dilê xwe de nehişt û min ji gerîlaya Kurd Çekjîn Silopî pirsî; tu çima şelema hevala xwe girê dide, gelo nizane yan jî nikare girê bide? Wê jî got; “Hevala Kazîwa birîndar e û nikare şelema xwe girê bide.”
KAZÎWA DI ŞER DE BIRÎNDAR BÛYE
Gerîlaya Kurd Kazîwa Viyan, di sala 2010'an ji navçeya Pencêwîn a girêdayî bajarê Silêmaniyê tevlî nava refên gerîla bûye. Kazîwa di sala 2012'an de di Pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî de birîndar dibe. Ew û komeke hevalên xwe rastî êrîşên artêşa Tirk tên.
Di wê êrîşê de perçeyekî hewanê li destê wê dikeve û weha destê wê seqet dimîn e. Piştî ku birîndar dibe, bi israra xwe li çiyan dimîne û bi alîkariya hevalên xwe pêdiviyên xwe pêk tîne. Hevalên wê di her rewşê de pê re dibin alîkar.