Jiyanên bi qetilkirinên li sînor winda dibin…

Jiyanên bi qetilkirinên li sînor winda dibin…

Li pey kesên li gundên Qerqelî û Mehmûdî yên Wanê bazirganiya sînor dikin ku ji aliyê leşkerên Tirk û Îranê ve hatin qetilkirin zarok û jin man. Bi qetilkirinên ji salên 2000 û vir ve ku zêde bûn têkoşîna hiqûqî ya malbatan tê astengkirin.

Ciwanên di sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de hatiye xêzkirin derbas dibin, dibin armanca sîstematik a leşkerên Tirk û Îranê. Her sal bi dehan kes li sînor tên qetilkirin. Failên wan komkujiyan jî ji bêcezatiyê sûd digirin. Li pey her jiyaneke ku winda dibe trajediyek dimîne.

Hinek kesên bazirganiya sînor dikin 4 zarok û hinek jî hîn zarokên xwe yên nehatine dinyayê li pey xwe dihêlin, ji bo dewleta Tirk û Îranê timî qurban sûcdar in.

JI BO 20 TL HATIN QETILKIRIN

Îslam Kesîcî jî yê 24 salî yek ji kesên di nava van 10 salan de hatiye qetilkirin, ji bo bîdonek mazot di 16’ê Hezîrana 2010’an de li nêzî gundê xwe yê kîlometreyekê ji qereqolên Tirk û Îranê dûr e ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin. Kesîcî beriya bê qetilkirin bi saetekê xatir ji du zarokên xwe û hevsera xwe ya ducanî xwestibû.

Hevsera Kesîcî Leyla Kesîcî wiha behsa bûyerê dike: “4 sal bûn ez bi hevserê xwe re zewicî bûm. Du zarokên me hebûn. Ji ber ez ducanî bûm li nexweşxaneyê dimam. Hat gel min û got ku wê biçe Îranê. Tevî ku me jêre got neçe jî em guhdar nekir. Ji ber pêdiviya malê hebû. Wê şevê agahî ji me re hat û gotin ku birîndar bûye. Dayik û bavên wî çûn sînor lê leşkerên Îranê destûr nedan. Ji ber zêde xwîn rijandibû jiyana xwe ji dest da. Leşkerên Tirkan ji 600 metreyî gule berdabûnê. Niha ez bi 3 zarokên xwe re tenÊ mame. Me doz vekir lê biryara neşopandinê hat dayîn. Ji bo 2 Bîdon mazot û qezenckirina 20 TL jiyana gelek malbatan Tarî dikin. Ez dixwazim hesabê van zarokên min ên sêwî ji leşkerên Tirk bê pirsîn xezûrê min 60 salΠye û li 17 kesan dinêre. Wê dewleta Îran û Tirkiyeyê heta kengî li sînor mirovan qetil bikin?”

Murat Eskîner ê 18 salî ku li gundê Arxurka dimîne beriya bê qetilkirin bi 4 mehan bi Yildiz Aygunduz re zewicî û li pey xwe hevsera xwe ya ducanî hişt. Yildiz Eskîner a li mala xezûrê xwe bi keça xwe Viyan a 3 salî re dimîne, diyar kir ku bi şîna hevserê xwe jiyana xwe didomîne û wiha dewam kir: “4 meh bûn ku ez bi hevserê xwe Murat re zewicî bûm. Ji ber mirinên zêde min ne dixwEst hevserê min biçe. Şevekê agahî ji me re hat ku qereqola Îranê gundiyên ku çûne mazotê gulebaran kirine û hevserê min hat qetilkirin. Lê belê em dizanin ev komkujî bi leşkerên Tirk re hat kirin. Ma ne heyf e? Hevserê min hîn ciwan bû û zaroka xwe nedîtibû hat qetilkirin. Wê kî hesabê vê keder û êşê bide.”

Zînet Eskîn a kUrê xwe yê herî mezin Murat Eskîn winda kir, nerazîbûn li hemberî dewleta Îran û Tirkiyeyê da û got ku li gundê Qerqelî bi qetilkirina bi dehan ciwanan jiyana gelek jin û zarokan hatiye tarîkirin.

Dayİk Zînet axaftina xwe wiha domand: “Mirovên me yên li vir ji dewletê ti sûdê nagirin. Li ser vê yekê me qetil dikin. Ji sînorê Tirkiye û Îranê yê di navbera xwe de çêkirine bêhna zilm û xwînê tê. Ez wek dayikeke kezebşewitî û ciwanê ku zarokê xwe nedît hat qetilkirin wê dewlet çawa hesab bide?”