Julian Assange ji Ekvadorê daxwaza penahiyê dike

Julian Assange ji Ekvadorê daxwaza penahiyê dike

Wezîrê Derve yê Ekvadorê Ricardo Patino ragihand ku damezrênerê malpera Wikileaks Julian Assange ê ku bi weşandina belgeyên veşarî yên Wezareta Derve ya DYA’yê hatibû rojeva cîhanê, hatiye serdana balyozxaneya Ekvador a li Londonê û daxwaza penahiyê (îltîca) ji vî welatî kiriye.

Patino di daxuyaniya duh da de ragihand ku hikûmeta Ekvadorê vê daxwaza Assage dinirxîne.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a AP’yê, Patino daye diyarkirin ku Assange nameyek ji Serokdewletê Ekvadorê Rafael Carrea re şandiye û di nameyê de gotiye ku zilm li wî tê kirin.

Assange jî di daxuyaniyda weşand de, ji ber nirxandina daxwaza wî ya penahiyê spasiya hikûmeta Ekvadorê kir.

Assange bi hinceta di sala 2010 de, li Swêdê jinek tacawiz kiriye û jinek din jî tacîz kiriye, tê tawanbarkirin. Lê Assange vê yekê red dike û dibêje ku sedemek polîtîk a vê sucdarkirinê heye.

Assange niha li Îngilîstanê dimîne û Dadgeha Îngilîz biryara radestkirina Assange bo Swêdê daye.