Kalkan: Dilê hemû Kurdan li Rojava lê dide

Kalkan: Dilê hemû Kurdan li Rojava lê dide

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan got, "Dilê hemû Kurdan li Rojava lê dide" û destnîşan kir ku armanca êrîşan tinekirina deskevtiyên Kurdan ên bi şoreşa Rojava de hatine wergirtin e. Kalkan got, "Sûriyeya demokratîk, rêveçûna şoreşa Rojhilata Navîn a ji bo berjewendiyên gelan e. Hewl tê dayîn, ev yek bê tinekirin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan ji Bernameya Gundemê ya Nûçe TV re peyivî û da xuyakirin ku di pêvajoya çareseriyê de qonaxa duyemîn ketiye zorê û kêm maye dema wê biqede. Kalkan diyar kir ku pêwîste AKP di vê mijarê bi berpirsyarî û cidî tevbigere.

’HEWL TÊ DAYÎN DESKEVTIYÊN ŞOREŞA 19'Ê TÎRMEHÊ JI HOLÊ BÊN RAKIRIN’

Kalkan ragihand ku di 19'ê Tîrmeha sala 2012'an de li Rojavayê Kurdistanê şoreşeke mezin a gel û azadiyê pêk hatiye û got, "Gelê Kurd vîna xwe nîşan da. Kontrola jiyana xwe xist destê xwe. Got, 'ezê çarenûsa xwe diyar bikim.' Gelê Kurd weke armanc danî pêşiya xwe ku azadiya xwe, di çarçoveya Sûriyeya demokratîk de têkûz bike. Niha li dijî vê şoreşa mezin a azadiyê êrîş hene."

Kalkan anî ziman ku divê ev êrîş baş werin fêmkirin û axaftina xwe weha dewam kir: "Êrîşek ji Sûriyê nîne. Êrîşek ji derve ku ne diyare ji ku ye, tê. Keriyekî çete ya ji hin deveran hatiye komkirin, êrîş dikin. Li dijî vê, gelê Rojava bi keç, xort, zarok, kal, pîr bi lehengî li ber xwe dide."

Kalkan diyar kir ku hin hêz hewl didin vê berxwedanê weke pevçûnekê, mîna pevçûnek di navbera Kurdan de nîşan bidin û got, "Hin hene hewl didin weke şerê Kurd û Ereban, weke şerekî navxweyî yê li Sûriyê nîşan bide. Ev ne rast e, berovacîkirina rastiyane. Hêzeke ku ne ji civaka Sûriyê ye, hêzeke biyanî ya ji paşverûtiya herêmî û navnetewî hêzê digire, hewl dide gelê Rojava, şoreşa Rojava bifetisîne.

Bi van êrîşan re dixwazin vîna gelê Rojava ya di 19'ê Tîrmeha sala 2012'an de nîşan dabû, bişkînin. Ev vîna li holê ye, vîna Kurdê azad, vîna Sûriyeya demokatîk e. Kurd her tim dixwazin azadiya xwe di çarçoveya yekitiya Sûriyê ya demokratîk de bi dest bixin. Ev hêzên êrîş dikin li dijî vîna Kurdê azad, vîna Sûriyeya demokratîk, li dijî yekitiya demokratîk a Sûriyê ne. Hêzên li pişt van êrîşan e, xwedî nêzîkatiyeke bi vî rengî ne. Divê yên êrîşê dikin û yên destekê didin wan baş werin naskirin. Komeke çete hatiye avakirin, li pişt vê çeteyê jî her kesên li dijî vîna Kurdê azad, vîna Sûriyeya demokratîk, hene."

‘DIJBERÊN HEV, DI HEMAN ENIYÊ DE CIH DIGIRIN’

Kalkan da xuyakirin ku ev hêzên mijara gotinê li cihên din ên cîhanê herî zêde li dijî hev derdikevin û got, "Herkes li vê derê bûne yek û êrîş dikin. Piştgiriyê didin van komên çete."

Kalkan diyar kir ku her kes dibîne vana kî ne û got, "Yên li dijî hev, di heman eniyê de cih digirin. Ji Emerîka heta Îranê, ji Hîzbûllahê heta El Qaîdeyê, ji Tirkiyê heta Sûriyê, hemû hêzên li dijî hev, li pişt van êrîşan cih digirin. Em vê baş dizanin."

Kalkan ragihand ku armanca wan tinekirina vîna Kurdê azad û yekitiya Sûriyeya demokratîk e û destnîşan kir ku şoreşa Rojava, şoreşa Sûriyeya demokratîk daye destpêkirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan got, "Sûriyeya demokratîk tê wê wateyê, ku şoreşa Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên gelan, were sererastkirin e. Êrîşkar û hêzên pişt wan, dixwazin vê yekê tine bikin. Yên ji vê bêzar in, hêzên biratî û yekitiya demokratîk û azad a gelan naxwazin, dest dane hev û hewl didin vê vînê bişkînin. Kalkan bibîr xist ku tevahiya gelê Kurd û hêzên demokratîk piştgiriyê didin gelê Rojava û destnîşan kir ku gelê Rojava jî hînî jiyana azad û demokratîk bûye û axaftina xwe weha dewam kir:

"Vîneke bi vî rengî nîşan daye. Heta dawiyê wê bi vê biryardariyê bimeşe, dimeşe. Em ji vê bawer in. Dilê hemû Kurdan li Rojava lê dide. Desteka wan ji bo gelê Rojava ye. Hemû hêzên demokratîk jî wê vê piştgiriyê nîşan bidin. Taliyê jî ya bi ser bikeve wê gelê Rojava be, ku niha jî bi ser ketiye. Ya bi ser bikeve wê vîna Kurdê azad, yekitiya Sûriyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk be."

‘DEMA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ KÊM MA’

Kalkan da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêvajoya çareseriya demokratîk re dixwaze pêşketinên li Rojhilata Navîn pêşwazî bike û destnîşan kir ku ev gav ji bo Tirkiyê şenseke gelekî mezin e. Kalkan anî ziman ku vê rewşê di nava civaka Tirkiyê û hêzên demokrasiyê yên cîhanê de rê li ber kelecanê vekiriye û diyar kir ku daxwaz, piştgirî û beşdariya li pêvajoyê heye û got, "Lê belê, mîna li Rojava hin hêzên netewperest û faşîst ên li dijî vîna gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê, li dijî ji nû ve sererastkirina têkiliyên Kurd û Tirkan li ser bingeha pîvanên demokratîk hene. Ev hêzên hêzên berjewendiya wan di înkar û tinekirina Kurdan hene, li dijî vê projeyê, li dijî pêvajoyê derketin, derdikevin."

Kalkan ragihand ku AKP di rewşeke ku pêvajoyê qebûl dike de ye, lê dixwaze di çarçoveya berjewendiyên biçûk ên partiyê û hesabên wergirtina dengan de vê pêvajoyê bikar bîne. Kalkan anî ziman ku AKP hînê dest ji planên xwe bernedaye, lewma bê biryar û gavên bi wêrekî nikare biavêje. Kalkan got, "Vîneke bi vî rengî ya demokratîk a wêrek, wê hêzê bide AKP'ê, Tirkiyê bi pêş ve bibe. Pirsgirêkên nehatine çareserkirin, çareser bike."

Kalkan da xuyakirin ku hin hêz çareseriyê naxwazin, lewma hewl didin bibin asteng û got, "Ji ber vê yekê, pêvajo rastî gelek astengiyan, zehmetiyan hat û hînê jî rast tê. AKP diçe û tê. Bi nêzîkatiyên seranser û biçûk hewl dide li demê belav bike, naveroka wê pûç bike, bi hin gavên biçûk ên qels dixwaze hilbijartinên sala 2014'an qezenç bike. Ev nêzîkatiyeke teng, biçûk û berjewendîperest e. Divê AKP jî, raya giştî ya Tirkiyê jî hem berpirsyar hem jî hişyar bin."

Kalkan destnîşan kir ku gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê mijarê de her tiştê karibe bike kirine, hînê jî bi cidî û fedekariyeke mezin di nava hewldanan de ne û bibîr xist ku ev hewldan her dewam nake û got, "Pêvajo dikeve rewşeke zehmet, dem diqede. Divê AKP jî di vê mijarê de berpirsyar û cidî be. Hêzên demokratîk jî bi heman rengî tevbigerin. Ji bo ev rewşa hejandinê ya AKP'ê çareser bibe, divê hêzên demokratîk têbikoşin û pêşî vekin, zorê dibin AKP'ê."

Kalkan ragihand ku pêvajo krîtîk e û got, "Hevdîtinên bi Rêber Apo re bi zehmetî tê kirin. Di şert û mercên ragirtinê de ti guhertin nehatin kirin, projeyeke cidî ya demokratîkbûyînê nîşan nedan. Serokwezîr, hikûmet dibêje xebateke wan a bi vî rengî li ser projeyekê heye. Em lê temaşe dikin, emê li naveroka wê binêr in, bêguman gavên cidî hebin emê piştgiriyê bidinê. Lê eger naveroka wê tinebe, kes nikare kesî bixapîne. Lewma wê rewşeke xeter derkeve holê. Ji vê jî wê destpêkê AKP berpirsyar be. Divê AKP'yî jî vê bizanibin. Herkes vê bizanibe. Pêwîste di hefteyên pêş de hîn bêtir bi hişyarî û berpirsyarî tevbigerin."

‘15 TEBAXÊ BERSIVA JI ÎNKAR Û TINEKIRINÊ YE’

Kalkan da xuyakirin ku 1. Şerê Cîhanê û Modernîteya Kapîstalîst, Kurdistan parçe kiriye û dûre înkar kiriye û diyar kir ku hewl hatiye dayîn Kurd bi vê pergalê re were tinekirin. Kalkan ragihand ku li dijî gelê Kurd komkujî û qirkirin hatiye kirin û anî ziman ku Pêngava 15'ê Tebaxê û berxwedana PKK'ê li dijî vê pergala tinekirin û înkarê, pêngava berxwedan û hebûnê ye.

Kalkan diyar kir ku bi vê pêngavê re ronakbîriyeke mezin derketiye holê û mejiyê red, veşartin, qedexe yê pergala înkar û tinekirinê hatiye şikestin. Kalkan ragihand ku bi pêngava 15'ê Tebaxê re civak ji nû ve li hişê xwe vegeriyaye, rastî dîtiye û got, "Ji ber vê yekê, ji bo gelên cîran, pêngava 15'ê Tebaxê pêngaveke ronakbîriyê ye."

Kalkan diyar kir ku operasyona tinekirin, qirkirin û şikandina vîna Kurdan, heta niha li ti gelan nehatiye kirin û got, "Bi rastî jî qirkirina herî hovane ya herî li dijî mirovahiyê, li ser Kurdan hat ferzkirin. Li ser Kurdan hat ferzkirin ku dest ji nasname, çand, hebûn, ziman, netew û civakbûna xwe berde û bibe koleyê serdestan."

Kalkan diyar kir ku bi Pêngava 15'ê Tebaxê re her tiştê ji dest hatiye girtin, ji nû ve hatine qezençkirin û got, "Kurdan, hest, nêrîn, giyan, helwest, rêxistin, zanebûn, çalakî, nasname, azadî, hebûn û her tiştê xwe li ser bingeha encamên berxwedana gerîla bi dest xist."

Dûran Kalkan anî ziman ku berxwedana 29 salan a bê navber, ferd û civaka azad a Kurd afirandiye û got, "Niha Kurd ji tevahiya Rojhilata Navîn re pêşengiyê dike. Pêşengê demokrasiya li Rojhilata Navîn e. Coş û kelecanê dide mirovan. Ev hemû bi saya pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê ye."

Kalkan da xuyakirin ku berxwedana bi pêngava 15'ê Tebaxê re derketiye holê, ê li ber yekitiya Kurdan a di Kongreya Netewî ya Kurdistanê vekiriye û axaftina xwe weha dewam kir: "Ev yek xewna sed salan, hezaran salan a Kurdan bû. Xewn bû rastî, di bingeha van hemûyan de pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê heye. Li bingeha vê berxwedana lehengî heye. Ev yek bi zanebûn, vîn, sekna azad û biryardar a Rêber Apo derket holê. Gelê Kurd bi awayekî fedaiyane tevlî vê berxwedanê bû. Ev berxwedan bi pêşengiya bi sedan bi hezaran şehîdên leheng bi pêş ve çû. Bû berxwedaneke lehengî."

Kalkan cejna gelê Kurd a vejîn û berxwedanê ya 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Ez ji afirînerê pêngavê Rêber Apo û gelê Kurd silav dikim. Cejna wan a berxwedan û vejînê ya 15'ê Tebaxê pîroz dikim. Di kesayetiya fermandar Egîd de hemû şehîdên 15'ê Tebaxê, şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînim."