Kalkan: Operasyon bidomin gerîla jî dê operasyonan bidomîne

Kalkan: Operasyon bidomin gerîla jî dê operasyonan bidomîne

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku heta operasyonên artêşa Tirk berdewam bikin, dê operasyonên gerîlayan jî berdewam bikin. Kalkan êrîşa li Deryaya Reş li hemberî şandeya BDP û HDK’ê pêk hat nirxand û da zanîn ku ev pirsgirêk çavkaniya xwe ji hukûmetê digirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan roja sêşemê bersiv da pirsên ji Nûçe TV rojnamevan Erdal Er. Kalkan hişyariya “Bila her kes bizane, ger hukûmet çareseriyê pêş nexe, dê li hemberî vê yekê têkoşîn dijwatir bibe.”

Kalkan ku got: “Ger operasyonên leşkerî bidomin, dê operasyonên gerîlayan jî bidomin” diyar kir: "Lê yên ku dixwazin şer raweste divê helwesta xwe ya li hemberî vê yekê nîşan bidin; divê projeyeke çareseriyê hebe. Ez vê nabêjim bila hema bi projeya çareseriyê ve bên û çareserî bi agirbestê re bê, lê divê meylek a çareseriyê hebe, nêzîkatiyek a çareseriyê hebe.”

Dûran Kalkan bersiv da daxuyaniyên rayedarên Tirk ên bi awayê “bila PKK çek deyne û biçe” û got: “Kurd xwediyên vê derê ne. Ger kesek ku divê biçin hebin, ew in ên ku bi zorê hatine li vir bi cih bûne ne, kesên ku zextê dikin û ne ji vê herêmê ne, divê ew biçin.”

Kalkan têkildarê komkujiya Parîsê jî got: “Çima Komkujiya Parîsê nayê ronîkirin? Ka hukûmeta Sosyalîst li kû ye? Malbatan hesabê dipirsî. 50 roj derbas bûn. Ez bawer dikim ku dewleta Franseyê komkujiyê ronî kiriye û her tiştê dizane. Lê aşkere nake. Çima? Gelo li ser Sûriye bi Tirkiyeyê re bazariyek kirin? Dixwazim bipirsim! Bila aşkere bikin, ronî bikin. Li ser Sûriyeyê li hev kirin, Tirkiye dê li Sûriyeyê destekê bide Tirkiyeyê, gelo li hemberî vê yekê dest ji aşkerekirina komkujiya Parîsê berdan?”

PLANÊN SÛÎQESTÊ DIBE ROJÊN PÊŞ BIKEVE ÇAPEMENIYÊ

Kalkan bal kişand ser nêzîkatiyên DYA’yê ya li hemberî gelê Kurd û diyar kir ku ji ber ku DYA di pirsgirêka kurd tu pêngavek neavêtiye loma  li Rojhilata Navîn asê maye. Kalkan bal kişand ser planên sûîqestê yên bi hevkariya DYA’yê yên li hemberî rêveberên PKK’ê û diyar kir “Li ser mirina me hesabê dikin. “

Kalkan da zanîn ku di destê wan de derbarê vê yekê de agahî hene û got: “Heva li ser dixebitin. Hin derdor hene. Yanî hewldana wan ne tenê ji bo Ewropayê ye. Li ser gerîlayan jî hene. Berê jî hebûn. Me sala 2007 hin encam aşkere kir. Dibe di rojên pêş de em vê yekê bidin çapemeniyê.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan bal kişand ser hevdîtinê li Îmraliyê û diyar kir ku “Aşitiya bê Ocalan nabe, lê kesên ku şer bi rê ve dibin hene” û got: “Hêza afirandina aşitiyê ye. Bê Rêber Apo aşitî nabe, lê şer bi rê ve nabe, yên ku şer bi rê ve dibin hene. Ji ber wê jî ka kî çi PKK’ê daxwaza çareseriyê dikin, bila kerem bikin bên û guhdarî PKK’ê bikin, ka çi dibêje, me nêrîna xwe aşkere kiriye, deriyê me ji bo hevdîtinan vekirî ye.”

DIVÊ ŞERT Û MERCÊN RÊBER APO BÊN SERERASTKIRIN

Kalkan got: “ Ger pêkanîna agirbestê girêdayî Rêber Apo be, Îmrali ji bo vê yekê navbeykariyê bike, wê demê ev derdikeve holê ku divê bikare rola xwe bileyize, ji ber wê jî divê zemîn û derfet ji bo vê yekê hebe. Di bin ewqas zext û tecrîdê de ye, nikare bi parêzerên xwe re jî hevdîtin pêk bîne” û wiha domand:

“Divê Rêber Apo bikare bi me re bikeve têkiliyê, yanî em hev biînin, gobûêj bikin. Divê xwediyê van derfetan bin, da ku kar bimeşe, em vê yekê weke şexs naxwazin, em weke rêveberî jî naxwazin, şer ji aliyê artêşeke berfireh ve, ji aliyê gel ve tê meşandin, her roj mirov xwînê dirijînin û ewqas zorî hene. Ev mirovane vana vala vala nakin, ne bê armanc û bê zanebûn in, divê evane hemû bêne razîkirin. Tenê Rêber Apo dikare vana razî bike.”

HUKÛMET BENDEWARIYÊ ÇÊDIKE LÊ ÇARESER NAKE

Kalkan da zanîn ku hukûmeta AKP’ê di nava civakê de bendewariyê diafirîne û got: “Gumanan diafirîne, dibêjin hema bila tu kes tiştek neke, her kes bi ya AKP’ê bike û bêje belê. Dibêjin bila ji wê zêdetir tu dengek din dernekeve, bila BDP nexebite. Ji bo Sînop û Samsûnê hin tişt hatin gotin, lê me li Hatayê jî dît. Wê demê konseptek heye. Nêzîkatiyeke organîzekirî heye. Ev yek tenê bi MHP’ê nayê îzahkirin. Ji vana hukûmet berpirs e. Divê mirov vê yekê baş bizane ka AKP dixwaze çi bike? Hema hefteyek piştî hevdîtina bi Rêber Apo re komkujiya Parîsê pêk hat. Sînop, Samsûn û Hatay hene. Êrîşên li dijî hevserokên BDP’ê û HDK’ê hene. Em nikarin vana ji nedîtî ve bên.”

 ‘DÊ BIBE 8’Ê ADARA HERÎ GIRSEYÎ’

Dûran Kalkan bal kişand ser 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û got: “Ez bawer dikim ku 8’ê Adarê ne tenê rojek e. Belê ji niha ve dest pê kir, her dem 8’ê adarê ye û dê şoreşa azadiya jinê pêk bê. Dê li her derê bi pêşengiya rêbertî û şehîdên me, bi zanebûna azadiyê çalakiyên xwe pêş bixin. Ev 8’ê Adara niha, 8’ê Adara herî şoreşger, herî azadîxwaz, herî têkoşer û bi girseyî ye. Dê di Newrozê de bigihe asta herî bilind. Daxwaz û baweriya me ev e. Li ser vî esasî ez ji niha ve 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim, bang li gelê Kurd ikim ku Newroza îsal bikin Newroza Azadiya Rêber Apo.”