Kampa Piştevaniya Heskîfê sibê vedibe
Kampa Piştevaniya Heskîfê sibê vedibe
Kampa Piştevaniya Heskîfê sibê vedibe

Li dijî Bendava Ilisû ya Heskîfa antîk a 12 hezar salî wê di binê avê de bihêle, Kampa Piştevaniya Heskîfê ya bi anvê 'Barajarock' sibê vedibe. Dildarên hawirdorê û aktîvîstên beşdarî kampê bibin, wê li ber Sînemaya Yilmaz Guney a Êlihê bicivin û biçin Heskîfê.
Amadekariyên Kampa Piştevaniya Heskîfê ya bi navê 'Barajarock' a ji aliyê Hewldana Jîndarkirina Heskîfê ve tê organîzekirin, temam bûn. Hawirdorparêz wê sibê saet di 10:00 de li ber Sînemaya Yilmaz Guney bicivin û bi awayekî girseyî ber bi Heskîfê ve bikevin ser rê.
Endamê Hewldana Jîndarkirina Heskîfê Omer Farûk Akyuz der barê çalakiyan de agahî da û got, "Piştî kombûna li ber Sînemeya Yilmaz Guney wê li ser Pira Heskîfê bi beşdariyeke girseyî daxuyanî ji çapemeniyê re bê dayîn û dema çalakiyan bê deklarekirin. Piştre wê panel û atolye dest pê bikin û êvarê jî konser wê werin dayîn. Wê 3 rojan li kampa ji konan a li ber Çemê Dîcleyê aktîvîteyên cihêreng bên lidarxistin."