Li aliyekê gotûbêjên li dijî êrîşên bi balefirên bê mirov ên hewayî berdewam dikin, li aliyeke din jî rêxistinên mafê mirovan dixwazin leşkerên robot ên ku dê di qadên şer de bên bikaranîn, bên qedexekirin û ji bo vê yekê bang dikin.
Li gorî raporek ji aliyê Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) û Klînîka Mafê Mirovan a Navnetweyî ya Fakulteya Huqûqê ya Harvardê ve hate aşkerekirin, di dahatûyê de xeteriyeke mezin li benda mirovahiyê ye ye; leşkerên robot.
Li gorî pêşbîniyan di demên pêş de dê li şûna mirovan, di qadên teknolojiya leşkerî de robot bixebitin. Rêxistinên mafê mirovan bal kişandin ser ziyanên wesayitên bê mirov ên hewayî dane mirovahiyê û dan zanîn ku leşkerên robot ji bo mirovên sivîl gelek xeter e.
Di rapora HRWê de ku der barê mijarê de hatiye amadekirin tê xwestin ku Neteweyên Yekbûyî bi peymaneke navneteweyî çêkirina leşkerên robot qedexe bike.
Dîrektorê çekan ê HRWê Steve Goose daxuyaniyek der barê mijarê de da û diyar kir ku haya gelek rayedarên welatan ji teknolojiya leşkerên robot tune ye û da zanîn ku divê beriya ev mijar bê rojeva NYyê pênaseyên baş li ser bê kirin.
Goose piştî weşandina rapora sernavê “Windakirina Mirovahiyê: Têkoşîna li Dijî Robotên Kujer” axivî û diyar kir ku hîna leşkerên robot negihiştine asta ceribandinê jî, da znaîn ku heta niha hêzên mezin ên DYA û Rûsyayê jî polîtîkayênx we yên ji bo van robotan aşkere nekirine.
Lê xebatên welatên weke DYA, Çîn, Rûsya, Almanya, Îsraîl, Koreya Başûr û Îngilîstanê ji bo çêkirina van robotan hene.
Gelek pisporên raporê didin diyarkirin ku dê piştî 20-30 salên din ev leşkerên robot di qadên şer de bêne dîtin.