Kamyonên alîkariyê derbazî Qamişloyê dibin

Kamyonên alîkariyê derbazî Qamişloyê dibin

Alîkariyên bitonan yên ji bo Rojavayê Kurdistanê hatine komkirin, ji deriyê sînor yê Nisêbînê re derbazî Qamişloyê dibin. Bi hezaran kesên li aliyê din yê Sînorê Rojavayê Kurdistanê kombûne, alîkariyan pêşwazî dikin.

Gelek rêxistinên ku di nav de KESK, DÎSK, TMMOB, TTB, TUHAD-FED, DTK û ESP jî heyî ji bo ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê bişkênin alîkariyên komkirine, derbazî Qamişloyê kirin.

Li gorî agahiyên ku ji nûçegihanê ANF’ê yê li ser sînor hatine girtin, ji heft kamyonên alîkariyê yên 70 tonan qismek derbazî aliyê din yê sînor bû.

Li gel karwana alîkariyê Parlementera BDP’ê Emîne Ayna, Seroka Giştî ya TUHAD-FED’ê Zubeyde Teker, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, endamê Meclisa Daîmî ya KCD Seydî Firat û komek derbazî Qamişloyê bûn.

Li aliyê din yê sînor Rojavayê Kurdistanê bi hezaran kesî alîkarî pêşwazî kirin. Alîkariyên hatine Desteya Bilind ya Kurd qebûl kir. Hate hînbûn ku, piştî Desteya Bilind ya Kurd alîkarî birin navend Qamişloyê dê ji wir belav bikin.