Kaplan: pêwîste hikûmet yekser vê bûyerê zelal bike

Kaplan: pêwîste hikûmet yekser vê bûyerê zelal bike

Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan, di derbarê bûyera ku dûh li geverê qewimî û di encamê de 2 Kurdên ku ji aliyê polîsên Tirk ve hatin qetil kirin daxuyaniyek da. Kaplan bûyer şermezar kir û wiha got: “ Em vê bûyerê wekî ku bi bêşerefane pêvajoya çareseriyê dane liber xenceran dibînin. Pêwîste hikûmet yekser vê bûyerê zelal bike.”

Parlementerê BDP’ê Hasîp Kaplan di konferansekî li Amed’ê de axivî û bûyera ku dûh li geverê qewimî û di encamê de dû kes hatin qetil kirin nirxand.

Kaplan di di konferansê de destnîşan kir ku, herdem mirov dixwaze tişên xweş bibîne, lê belê bêku mirov têkoşîn bide mirov nikare van tiştên xweşik bidest bixe. Kaplan di berdewama axaftina xwede wiha got: “ duh li Geverê xwepêşandanekî protestoyî çêbû û li himberî vê polîsan mudaxeleyî meşê kirin. Bi awayekî bê şerefane êrîşî ser ciwanan kirin û di encama gulebarana wande dû hemwelatiyên Kurd jiyana xwe jidest dan. Di dema şerande jî ku nexweşxane rastî êrîşan nayên, lê Piştî bûyerê jî kesên çûn nexweşxanê rastî êrîşa polîsan hatin û beşa lezgîn ya nexweşxaneyê bi bombeyên gazê tije  kirin.Ew provakatorên ku bûn sedema kuştina van herdû hemwelatiyane, di heman demêde wana vê pêvajoya çareseriyê ji piştve dane ber xenceran, em wisan dibînin.”

Kaplan di dawiya peyama xwede bang li hikûmetê kir û wiha got: “ Pêwîste hikûmet yekser vê bûyerê zelal bike, ka ev bûyer ji ber sedema ji hev ketina dinava wanbixwede çêbûye, yanjî hinek bi zanebûn çûne van herdû hemwelatiyên ku di sanayîyê de kardikirin qetil kirine. Pêwîste hikûmet didemek herî kurt de vê zelal bike.”