Kaplan: Wê kongre dîrokê ji nû ve binivîsîne

Kaplan: Wê kongre dîrokê ji nû ve binivîsîne

Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan di pîrozbahiyên Cejna Remezanê ya li navçeya Hezexê ya Şirnexê de axivî û da zanîn ku bi Kongreya Neteweyî ya Kurd re, dê dîrok ji nû ve bê nivîsandin.

Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan bi boneya Cejna Remezanê çû navçeya Hezexê ya Şirnexê û rêxistina navçeyê ya BDP'ê ziyaret kir û cejna wan pîroz kir. Kaplan bi bîr xist ku bi salan e ku gelê Kurd bi dilekî rehet cejna xwe pîroz nake. Kaplan destnîşan kir ku ew Şoreşa gelê Rojava ya wekhevîxwaz û azadîxwaz silav dikin û wiha got: "Em çeteyên ku di bin navê cîhadê de li hember gelê me êrîşan pêk tînin û gelê me bi awayekî hovane qetil dikin, hişyar dikin. Îslam ne komkujî ye. Dest ji van kirinên xwe yên hovane berdin." Kaplan der barê Kongreya Neteweyî ya Kurd de jî axivî û wiha got: "Bi kongreyê re huqûqa sedsala 21'an tê nivîsîn. Li Rojhilata Navîn gelekî ku nufûsa wî 40 milyon e û bêstatu dijiya niha dibe xwedî pêşeroj." Kaplan da zanîn ku ew dixwazin ku Kongreya Neteweyî ya Kurd ku di 24'ê Tebaxê de li Hewlêrê tê lidarxistin, ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bibe wesîleya aştî û çareseriyê.”