Karacehenem tê bombebaran kirin

Karacehenem tê bombebaran kirin

Di van rojên dawî de operasyonên leşkerî zêdebûn û Çewlik jî lê zêdebû. Hate ragihandin ku, ev sê roje herêma Karacehenem ya girêdayî navçeya Kanîreş ya Çewlikê tê bombebaran kirin û cih cih dengê çekan bilind dibe.

Herêma Karacehenema girêdayî navçeya Kanîreşê ya Çewlîkê ji aliyê balefirên şer yên artêşa Tirk ve tê bombebarankirin. Hate ragihandin ku, li herêmê 3 rojin operasyon berdewam dike û bi helîkopteran leşker tên sewqkirin. Tê gotin dem dem li herêmê dengê çekan tê û herî zêde li bejahiyên gundê Saxnîs, Çatax, Meşelî, Xelîfan û Kurîk dengê çekan tê. Hate diyarkirin k,u operasyon 3 rojin li herêmê berdewam dike û cerdevanên li herêmê jî tevlî operasyonê dibin.

Tê gotin ku, ji Qereqola Yîgîtlerê herêma operasyonê  bi dûçkayan tê gulebarankirin. Li herêmê heta niha di derbarê mirî û birîndaran de tu agahî nehatine girtin.

Di vê hefteya dawî de li Lîce, Farqîn-Qulp û herêma Mardînê operasyon hatin destpêkirin û ber bi sînorê Başûrê Kurdistanê ve jî veguhestina leşkerî têkirin. Çavkaniyên herêmî didin diyarkirin ku, li Êlihê yekîneyên veşartî kemînan didanin.