Karanîna balefirên bê mirov di NY’yê de jî rê li nîqaşan vekir

Karanîna balefirên bê mirov di NY’yê de jî rê li nîqaşan vekir

Nunera Mafê Mirovan a NY’yê Navi Pillay diyar kir ku di êrîşên DYA’yê yên bi Wesayîtên bê Mirov ên Hewayî (WBH) pêk tînin de, pirsgirêkên mezin ên qanûnî hene.

Pîllay ji bo ku di mijara WBH yan de lêkolînan bike çûbû Pakîstanê û li wir daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de destnîşan kir k udi nava konsepta şerê terorîzmê de ya DYA’ê de WBH her ku diçe bi bandortir dibe û got zagonîbûna operasyonên WBH’yê divê bê nîqaşkirin.

Di serê hefteyê de kesên herî girîng yê duyemîn yê El Kaîdeyê Ebu Yahya El Lîbî hate kuştin. Piştî peyamên ku WBH yên ji DYA’yê hatibûn hatibû parastin. Pîllay ev peyam nirxandin û WBH got: “Êrîşên WBH’yê li dijî hiqûqa navneteweyî û bi taybetî jî ne li gorî rêgezên hevsengiyê ne. Ev yek bi gumane û divê bê nîqaşkirin. “

Pîllay fikarên xwe anî ziman û got divê êrîş li derveyî kontrola leşker û sivîlan bê kirin. Pîllay bang l hikûmeta Pakîstan û Nûnerên Înfazê yê Bêdaraz a NY’ê kir ku bila bên welat û hin bûyeran lêkolîn bikin.

Roja sêşemê Wezareta Karê Derve ya Pakîstanê bang li cigirê sefîrê DYA’yê kiribû û gotibû ku bila dawî li van êrîşan bînin.

Di operasyonên leşkerî yên DYA, Yemen, Somalî û Afganîstanê de de jî WBH tên bi ka ranîn