Karayilan: Afirînerê Pêngava 1'ê Hezîranê hevalê Erdal e
Karayilan: Afirînerê Pêngava 1'ê Hezîranê hevalê Erdal e
Karayilan: Afirînerê Pêngava 1'ê Hezîranê hevalê Erdal e
Fermandarê Navenda Parastina Gel Mûrad Karayilan, di merasîmeke salvegera pêngava 15'ê Tebaxê de, fermandarê gerîla Engîn Sîncer (Erdal) bibîr anî. Karayilan got, "Çawa ku fermandarê pêngava 15'ê Tebaxê hevalê Egîd e, fermandarê Pêngava 1'ê Hezîranê jî hevalê Erdal e."
Li yek ji pîrozbahiyên 29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê, Serokê Navenda Parastina Gel Mûrad Karayilan, endamên Konseya Fermandar û Leşkerî ya HPG'ê, endamên Konseya Fermandar û Leşkerî ya YJA Starê amade bûn. Pîrozbahiya bi heybet a nêzî 300 gerîla lê amade bûn, bi merasîmekê destpê kir.
Pîrozbahî yadî fermandarê pêngava 15'ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz (Egîd), fermandarê gerîla yê di pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê de roja 17'ê Tebaxê di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da Engîn Sîncer (Erdal) û Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê û Endamê Meclîsa PKK'ê Kadîr Çelîk (Huseyîn Mahîr-Apê Hûs) ê li gel komeke hevalên xwe di 2'ê Tebaxê de li Çiyayê Kato Jîrka ji ber teqîna mayinê jiyana xwe ji dest da, hat kirin.
PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ MÎLADEK E
Beriya pîrozbahiyê Fermandarê Navenda Parastina Gel Mûrad Karayilan di merasîma leşkerî de peyivî û destnîşan kir ku roja ew tê de ne, dîrokî û pîroz e. Karayilan da xuyakirin ku Pêngava 15'ê Tebaxê di dîroka Kurdistanê de mîladeke û weha peyivî:
"Pêngava 15'ê Tebaxê, bidawîkirina rêveçûna serberjêriyê ya li Kurdistanê, destnîşankirina hebûna gelê Kurd a li ber mirinê ye. Siyaseta qirkirinê ya li Kurdistanê, gel anîbû ber tinekirinê. Pêngavê, ev rewş ji holê rakir. Ji nû ve giyan da gel û şoreşa azadiyê bi pêş ve xist. Bi vî rengî gelê Kurdistanê zincîra koletiyê qetand û dest bi têkoşîna azadî û demokrasiyê kir. Rêberê me bi fikir û îdeolojiya xwe re, bi têkoşîna xwe re şoreşa ramanê, şoreşa civakê, şoreşa jinê li Kurdistanê ji nû ve afirand. Giyana neteweyîbûnê afirand. 15'ê Tebaxê giyan e, armanc û baweriyeke mezin e. Li dijî mêtîngeriyê, nîşandana giyan serketin û azadiyê ye. Vîna gel afirand, gel rakir ser piyan. Giyan da mirovahiyê. Li her çar parçeyan yekitiya gelê Kurd derxist holê. Vê giyanê Kurdistan anî roja îro û gihand asta çareseriya azadiyê. Her çend êrîş, komplo û konseptên tinekirinê her hatin meşandin jî, her çend gelek dewlet û hêzên navnetewî li pişt van êrîşan bûn jî, ev hemû êrîş bi giyana 15'ê Tebaxê hatin pûçkirin. Ne tenê çend dewlet, bi dehan dewlet, NATO li pişt van êrîşan bûn. Gelê Kurdistanê, ev êrîş her tim bi vê giyanê pûç kir."
“20 HEZAR ŞEHÎDÊN ME HENE, EM BI VÎ RENGÎ GIHAŞTIN VAN ROJAN”
Karayilan da xuyakirin ku li ser bingeha Pêngava 15'ê Tebaxê, bîr, bawerî, biryardarî û amadekariyeke mezin heye û got, "Di bingeha Pêngava 15'ê Tebaxê de bawerî, giyana serketinê, ked, îdeolojî û nirxên gelekî mezin hene. Ji aliyê din ve jî kedeke mezin a Rêberê me heye. Berxwedana mezin a zîndanan, berxwedana Egîdan heye. Ev 29 sal in li dijî êrîşên cûda, tevgera me ya azadiyê, gelê me, gerîlayên me yên azadiyê li ber xwe dan. Lê ev berxwedan ewçend hêsan nebû. Berxwedanên gelekî mezin xwe dan der. Destanên lehengiyê afirîn. Van Egîdan, van lehengan bi xwîna xwe dara Kurdistanê av dan. Desteya 15'ê Tebaxê ya bi berxwedana xwe afirandin, veguherandin Cejna Vejînê. Heta niha ji gerîla û milîsên me 20 hezar şehîdên me hene. Van şehadetan em anîn vê rojê. Me 20 hezar fermandarên milîtan şehîd dan. Bi vî rengî me gihandin vê rojê."
FERMANDARÊ 15'Ê TEBAXÊ HEFALÊ EGÎD, FERMANDARÊ 1'Ê HEZÎRANÊ HEVALÊ ERDAL E
Karayilan bibîr xist ku beriya 10 salan di 17'ê Tebaxa 2003'an de ji nû ve bicihanîna pêngava 15'ê Tebaxê li nava gerîla dihat nîqaşkirin û axaftina xwe weha dewam kir: "10 salan beriya niha îro, di nava gerîla de nîqaş dihat kirin ku gerîla were nûkirin, ji nû ve were rêk û pêkkirin, pêngava 15'ê Tebaxê bi hêztir bicih were anîn. Di vê çarçoveyê de perspektîfên Rêberê me hebûn. Li hemberî vê jî xeta teslîmkariyê ya xayin û tasfiyekaran ferz dikirin, hebû. Beriya niha bi 10 salan, ji bo em peyamê bidin ku HPG ji bo pêngaveke bi vî rengî amade ye, di bin fermandariya hevalê Erdal de di 17'ê Tebaxa sala 2003'an de li qada Kanî Cengê ya Qendîlê me pîrozbahiyeke bi heybet a 15'ê Tebaxê pêk anîn. Ev destpêkek û peyamek bû. Ne tenê merasîmek bû. Bi rojan, di bin fermandariya hevalê Erdal de amadekarî hebûn. Bi rojan pêşbirk hatin lidarxistin. Ew bi xwe jî di nava van pêşbirkan de bû. Ev pêşbirk, ya yekemîn bû, ji ber vê şehadetê jî bûn ya dawî. Piştî wê, me êdî merasîmeke bi vî rengî lidar nexistin. Lê em dixwazin vê ji niha û pê ve dewam bikin. Em dixwazin her pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê û salvegera şehadeta Hevalê Erdal bi atmosfera festîvalê pêşwazî bikin. Ev biryareke beriya 10 salan bû. Lê di dema wan pîrozbahiyan de, mîna tê zanîn hevalê Erdal şehîd ket. Ji ber vê yekê, ev biryara me rawestiya."
Karayilan got, "Niha em di 10. salvegera şehadeta hevalê Erdal de ne" û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:
"Wê demê amadekariyên Pêngava 1'ê Hezîranê hebûn. Hevalê Erdal bû fermandarê Pêngava 1'ê Hezîranê. Çawa ku fermandarê Pêngava 15'ê Tebaxê fermandarê me yê mezin Egîd e, afirînerê Pêngava 1'ê Hezîranê jî hevalê Erdal e. Ji bo em bîranîna van Egîdan, van fermandarên xwe jîndar bikin, divê em weke HPG Şoreşa Vejînê bi hêzeke mezintir pêşwazî bikin. Divê em bi giyana Egîdan, Erdalan pêşwazî bikin. Divê em di xeta Rêber Apo de, li ser bingeha nûbûn, kûrbûn, proje û stratejîk de, di warê leşkerî, çandî, siyasî û îdeolojîk de, têkoşîna hevalên Egîd û Erdal xurtir bikin. Ev wezîfeya bingehîn a HPG'ê ye. Li ser vê bingehê em van hevalan bibîr tînin. Di kesayetiya fermandarê me yê mezin Egîd, fermandarê me yê mezin Erdal de hemû şehîdên xwe yên şoreşê bibîr tînin. Soza me dane wan, li vir careke din dûbare dikin. Û dibêjin; Dila dilê we aram be. Çeka we wê li erdê nemîne. Emê armancên we bicih bînin. Emê Kurdistana Azad û jiyana azad û demokratîk ava bikin. Emê bîranîna we bi vî rengî jîndar bikin. Soza me dane van lehengan ev e. Emê di nava jiyan û kar de xwedî li soza xwe derkevin."
HPG WÊ ROLA XWE YA DÎROKÎ BILEYZE
Karayilan da xuyakirin ku pêvajoya ew tê de derbas dibin, giyana 15'ê Tebaxê ferz dike û got, "Giyana îro ya 15'ê Tebaxê ji me dixwaze ku em xwe nû bikin, perspektîfên Rêberiyê baş fêm bikin û bicih bînin. Ji bo pêvajoya Rêberê me daye destpêkirin bimeşe, Pêngava Çareseriya Demokratîk bi ser bikeve, divê em berpirsyariyên xwe yên pêwîst bicih bînin. Hewceye em li pêşberî her gengaziyê amade bin. Ji bo pêşvebirina vê pêvajoyê, pêwîste weke HPG em rola xwe bileyzin. Rola HPG'ê ev e. Divê HPG di vê demê de berpirsyariya xwe bi awayekî serketî bicih bîne. Eger bi vî rengî me, hingî bîranîna hemû şehîdan wê jîndar be. Weke rêveberiya HPG'ê em di wê baweriyê de ne ku HPG wê vê rola xwe ya dîrokî bileyze. Li ser bingeha vê bîr û biryardariyê em careke din Cejna Vejînê 15'ê Tebaxê li tevahiya heval û gelê xwe pîroz dikin. Biryardariya xwe ya serketinê dûbare dikin. Bijî, Bijî Serok Apo, Bijî, Bijî 15'ê Tebaxê."
Axaftina Karayilan bi dirûşmên gerîla yên "Bijî Serok Apo", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" û "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.
Pîrozbahî jî bi koro, govend, şano û sikêçan dewam kir.
Pîrozbahiya ku bi stranên gerîla rengîn bû, bi govenda li ber stranên Koma Tolhildan bi dawî bû.