Karayilan: Davutoglu ev saleke bi komên çekdar re eleqeder dibe

Karayilan: Davutoglu ev saleke bi komên çekdar re eleqeder dibe

Endamê konseya Serokatiya KCK’ê û Fermandarê Navenda Parastina Gel Murat Karayilan êrîşên li hemberî Rojavayê Kurdistanê wek planeke xistimandin û xeniqandina desthildatdariya kurd nirxand û wihagot: “Tu êrîşa hêzekê, li dijî  berxwedana Gelê Rojava û performansa şer ya ku şervanên YPG’ê nîşan dide, nekare bi ser bikeve. Serkeftin teqez dê ya Gelê Rojava be.

Fermandarê Navenda Parastina Gel Murat Karayilan, armanca şerê ku ji meha Tîrmehê de li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin, piştgiriya ji derve ya bo çeteyan tê dayîn, berxwedana YPG îdiayên ku PKK’ê li vir barageh avakiriye nirxand. Karayilan ji ANF’ê re axivî û got rewşa Rojava ji aliyê hikûmeta tirk û çapemeniya tirk ve pir zêde hatiye mezin kirin û hikûmeta AKP’ê piştgiriyê dide komên çekdar û wiha got: “Ez baş dizanim ku Birêz Ahmet Davutoglu ev salek zêdetire bi taybet bi van hêzan re eleqeder dibe.” Karayilan destnîşan kir ku armanca van êrîşan eve ku pêşî li desthilatdariya gel bigirin û got dê ev êrîş tu carî bi ser nekevin.

HIKÛMETA TIRK REWŞA ROJAVA MEZIN KIR

Karayilan geşedanên Rojava wiha nirxand: Rewşa Rojava pir zêde hat mezinkirin. Çapemeniya tirk û hikûmeta tirk ev zêde mezin kir. Dîsa hinek komên marjînal ev zêde mezin kir. Lê geşedanên li her 3 herêmên kurd bi geşedanên li bajarên Sûriyeyê re hemane. Yanî li wir tiştekî cuda nîne. Çawa? Em bêjin ku li Cerablusê, Mîmbîc, Tîl Ebdyad hêzên desthilatdariyê qels bûn û gel û rêxistinên wir dest danîn ser desthilatdariyê.  Li gorî xwe pergalek avakirin. Heman tişt kurdan jî kir. Ji ber ku li çep û rastên wan hatin kirin. Wan jîheman tişt kir. Lê li dijî vê li wir Kurd xwe bi xwe rêve dibin; dest danîn ser rêveberiyê, êdî hatin asteke ku xwe dikarin bi rêve bibin.  Dixwazin pergalek ava bikin. Ev ancax û ancax bi dijminahiyê dikare bê îzah kirin. Dibêjin li wir deshilatdariya PYD’ê heye. Belê ji xwe PYD li wir hêza gel e. Rêxistineke ku tabana wê ya herî berfireh e.  Ji bo wê derfet çêbûye, derfet nirxandiye û bûye desthilatdar. Hatiye asteke ku êdî dikare xwe bi rêve bibe ye. Ji ber vê jî li wir jî wek geşedanên bajarên din yên Sûriyeyê pêşveçûneke xwezayî heye.  Lê bi taybetn hinek xaîn-marjînalên kurd û dewleta tirk zêde mezin kirin. Heta ji bo Ewropa û DYA’yê raporên gelek cuda pêşkêşkirin û xwestin ku wek rewşeke anormal pêk tên nîşan bidin. Lê ne wisa ye. Li wir gelê kurd wek cînarên xwe di nava geşedanan de ne. Azadbûn di vê esasê de pêk hatiye. Ji ber vê jî nekarin tehemul bikin.  Çima ji vê ditirsin? Çima evqas mudaxale û dagirkirin pêk tê.

EV PLANEKE KU TÊ XWESTIN DESTHILATDARIYA KURK TÊK BIBINE

Karayilan di berdewamiya axaftina xwe de  diyar kir ku dixwazin li dora kurdan dagirkirin û ambargoyê pêk bînin û beriya her tiştî El Nusra kirine dewrê û hine komên din yên çekdar tevli kirine û êrîş û ambargoya pêk anîne heye. Dewleta tirk cihên ku lê sînor heye, dixwaze li ser kurdan ambargoyê pêk bîne.  Heman tiştî hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî dike. Wan jî sînorên xwe yên bi Rojava re girtiye û ambargoyê pêk tîne. Êrîşên ku El Nusra pêk tîne der barê têk birina desthildariya Kurd ya li Rojava ye. Binêrinên bajarên sînorên wan bi Tirkiyeyê re hene û yên Ereban, li ser navê sînor tiştek nemaye. Her tişt serbest e. Derî dixebitin. Lê herêmên kurd lêne bi giştî hatine girtin û ketin û derketin hatiye rawestandin. Ev ambargoye, ev helwesteke. Bi vê re, gelek komên çekdar yên cdua hatine avakirin. Ev komên çekdarn yên cuda bi hevre naqokiyan dijîn. Mînak di navbera OSO û El Nusrayê de pevçûn û naqokî hene.  Lê dijî herêma kurd ev anîn cem hev. Dewleta tirk Salîh Muslim gazî Tirkiyeyê kir û pê re hevdîtin kir. Lê dema Salîh Muslim li Tirkiyeyê bû, hêzên OSO li Dîlokê civîn çêkir û biryar dan ku ew jî tevli êrîşên ku El Nusra li hemberî kurdan pêk tîne.  Komeke herî bi bandor ya di nava OSO de koma Lîva El Tevhîd e. Berpirsekî leşkerî yê vê komê Abdulcebbar Egîdî li Dîlokê daxuyanî da û got êdî dema ji Kurdan pabûn hatiye. Ji ber vê ma gelo mumkune ku mirov bêjin ev bêyî Tirkan wisa dikin.

KOMÊN ÇETEYAN TANQ Û TOPAN JI KU TÎNIN

Karayilan di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku li aliyekê destê komên çeteyan de çekên modern hene û li alyê din jî wek dewletekî xwe amade kirine û tanq, top û balafirên wan hene. Gelo ev ji ku derê hatine? Her hal ji hewayê nehatine, em dizanin ku xeta behrê di bin kontrola rejîma Sûriyeyê de ne. Wê demê ev ji ku derê hatine? Bi vekirî ya rast eve ku ev hemû ji ser Tirkiyeyê hatine Sûriyeyê. Ev kes ji cihên cuda yên cîhanê hatine berhevkirin. Beşeke van ya girîng jî ji ser Tirkiyeyê derbas dibin. Niha ev hêz hemû û çek berê wan dane ser gelê kurd. Yanî ev komên çekdar, berê wan dane gelê kurd.

Di çarçoveya heman polîtîkayê de hikûmeta Federal a Kurd ya Başûr jî sînorê xwe girtiye û ambargoyê pêk tîne.  Siyasetmedarên birêz yên Başûr, dibêjin çi bila bêjin; di encamê de li ser Rojava dorpêçkirinek heye û ev jî tevli vê dagirkirin û dorpêçê bûne.  Rastiya vê heqîqetê tu carî nayê giritn. Wisa xuyaye ku bi van hemûyan dixwazin gelê kurd yê Rojava birçî bih3elin û ji bo welat terk bikin, gel qels bikeve û hêzên berxwe didin jî bê piştgirî bihêlin, dixwazin şoreşa Rojava têk bibin.

Hemû armanca wan eve ku pêşî li destildariya PYD’ê bigirin

TIRKIYE POLÎTÎKAYÊ NEMEŞÎNE DÊ ŞER DUROJAN DE RAWESTE

Karayilan da zanîn ku li dijî Rojava bêtehemuliyek û êrîşên dijwar hene û wiha got: “Di rewşa heyî de ji Sînorê Iraqê heta Efrînê şerekî berfireh li eniyê heye. Li her derê bi balafir, tanq, bombeyan êrîşên kurdan û navendên kurdan dikin û her wiha êrîşên gudan dikin. Bê guman kurd jî li dijî vê bi şeref û rumeteke mezin hebûnû qezencên xwe diparêze û şerekî mezin dimeşînin. YPG wisa derket holê.  Sedema hêza YPG’ê jî eve ku bê guman berxwedana ku nîşan dane ye.

Yanî bi kurtasî pevçûna heyî ya wir di asta vê konseptê de tê meşandin.  Niha Salîh Muslim dîsa li Tirkiyeyê ye. Ger Tirkiye di vê mijarê de polîtîkaya xwe ya heyî biguhere, wek hevdîtina yekemîn polîtîk nêzîk bibe  polîtîkaya xwe nemeşîne, bi rastî dest ji neyartiya li dijî kurdan bede, ev pevçûna li Rojava dê di nava du rojan de raweste. Lê li Tirkiyeyê ger fikr û nêrîn biguherin, ev di heman demê de dê di pêvajoya li Bakur tê meşandin de jî bi bandor be.

PKK ROJAVA NEKARE BIKE BARAGEH JI BER KU...

Serokwezîrê Tirk Erdogan ji hinek dostên xwe re dibêje PKK dixwaze Rojava biguhere baragehê û li wir tişta ku dixwaze pêk tîne. Ev ne tespîteke raste.  PKK xwe naspêre wir. Ew der ne di warê erdnîgarî de û ne jî di alî nifûsê de ji bo têkoşîna PKK’ê ne di cih de ye. PKK li vi cihê wek newal dê çi bike. Em diznain ku ev cihên teng giraniya me dê raneke. Ne tenê herêma Rojava, herêma Bakurê Kurdistanê ya li hemberê Rojava jî qadên rast yên en li gorî PKK’ê ne. Ger li hemberî Rojava qadeke wek Botanê hebûye, dê rewş cuda bûya. Lê  gerîlayên li hemberî Riha an Mêrdinê baragehê ava bikin, li hemberî Tirkiyeyê dê çi bikin. Ji ber vê jî me tu carî Rojava bi mêtîngeriyê wek cihê hesabdayînê nedîtin. Em nebûn xwedî planek wisa.  Rojava ancax dikare piştgiriyê têkoşîna me. An jî şert û mercên wê ne di cih de ne. Diyare ku agahiyên şaş û raporên şaş mijara gotinê ne.

DESTÊ KÊ DI BÊRÎKA KÊ DE YE NE DIYARE

Tirkiye bi awayekî fermî dibêje tu eleqeya min bi El Nusra re nîne. Lê têkiliya xwe ya bi OSO re venaşêre.  Piştî êrîşên li Dîlokê hêzên OSO hêz dan El Nusra û şerê li Heleb, Kobanî û Efrînê gur kirin. Ji xwe Oso û El Nusra bi hev re dixebitin. Her çiqas carna di navbera xwe de bikevin pevçûnê jî niha bi hev re tevgierin. Ligel ku El Nusra di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye jî, alîkariya ji Amerîkaya, Rojava û welatên din tê di navbera El Nusra û OSO de tê parvekirin. Li her derê di nava hev de ne. Bi hev re li dijî kurdan şer dikin. Hemû çekan jî parve dikin. Niha hevsengiyeke wisa balkêş heye. Destê kê di bêrîka kê de ye ne diyare.  Li aliyekê dibêjin; Cephet El Nusra di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye û lê li aliyê din jî heman kom bi çekên Amerîkayê şer dike. Bi alîkariya Tirkiyeyê vê dike. Yanî bi vî awayî rewşeke tevlihev li holê ye.berê van hemûyan dane kurdan.

AHMET DAVUTOLGU EV SALEK ZÊDETIRE ELEQEDER DIBE

Li rojavayê Halebê li du bajarokên li herêma Ereb cih digirin li Tîl Eran û Tîl Hasil li hemberî kurdan komkujiyek meizn pêk hat û ev êdî hatiye belgekirin. Bi heman awayî li Tîl Ebyadê li hemberî kurdan êrîşeke topyekun tê pêşxistin û hemû kurd ji bajaran hatiye derxistin û hemû amûr hatine desteserkirin, xanî hatine şewitandin.  Êrîşê gundan dikin û dagir dikin. Ev faliyet didome. Li mizgeftan fetvayên ‘desteserkirinamalê kurdan û desteserkirina jinên kurdan helale’ tê dayîn.  Heta niha Tîl Eran û Tîl Hasil bi rêbazên herî hovane yên dij mirovahiyê 70 kurd hatin qetilkirin û 400 kurd hatin revandin. Bê guman dê gelek ji wan jî qetilkirine.

Rêveberiya AKP’ê ya ku çekan dide van komên çekdar, gelo li dijî van bûyeran çi difikire? Ez baş dizanim ku Birêz Ahmet Davutoglu ji salekê zêdetitre bi taybet bi van hêzan re eleqeder dibe û ji bo têkbirina hêzên YPG û PYD’ê hewldanên gelek mezin daye. Gelo niha li dijî vê wehşeta li Tîl Eran pêk hat wijdana wî çawa ye, ez merek dikim?

 Li wir li dijî kurdan polîtîkaya komkujiyê heye. Ev jî bi çekên Ewropayê û Tirkiyeyê pêk tê. Di vê wateteyê de bê dengiya AKP û Ewropayê ya li hemberî Tîl Eranê, dê çawa bê îzahkirin? Gelo ji ber tirsê bê deng dimînin? Lê serê van rastiyan nayê girtin. Ev heqîqete.  Dê teqez derkeve holê.  Li holê li dijî gelê kurd yê malzum zilm tê pêkanîn.

SERKEFTIN TEQEZ YA GELÊ ROJAVA YE

Karayilan di dawiya axaftina xwe de  da zanîn ku di encama polîtîkayên hevkar û mêtîngeran de komkujî li ser gelê Rojava pêk tê û got: “Gelê me yê qehreman yê Rojva bi fedekariyeke mezin hatiye vê ewşê û ji vir şûnde jî dê berxwe bide. Bi pêşengiya mîlîtanên YPG’ê dê biçin serkeftinê.  Bi taybetî piştî tecrubeya ku YPG’ê qezenc kiriye şûnde dê Gelê rojava bi ser bikeve. Serkeftin teqez ya gelê Rojava  ye.