Karayilan: HPG ji bo parastina mafê jiyanê bi berpirsyarî rabûye

Karayilan: HPG ji bo parastina mafê jiyanê bi berpirsyarî rabûye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku Hêzên Parastina Gel (HPG) ên Kurdistanê, ji bo parastina destketiyên gelê Kurd û gelên herêmê roleke mezin girtine ser milê xwe û got, "Armanca yekane ya HPG'ê, bicihanîna wezîfeyê însanî û parastina mafê jiyanê ye."

Dewreyên bihar-havînê yên Dibistana Sûîkastê ya Şehîd Bextiyar, Dibistana Çeka Navîn a Şehîd Mahmût Afarof û Dibistana Çeka Giran a Şehîd Şiyar ku bi armanca serweriya teknîka leşkerî û profesyonelbûyîna gerîla di bin sîwanê Akademiyên Şehîd Mahîr ên Fermandariya Akademiyên Apollo yên Hêzên Parastina Gel (HPG)'ê hatin birêvebirin, bi merasîmekê bi dawî bûn.

Di merasîmê de li gel endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, endamên Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel Delal Amed û Alî Kiçî, endamên Fermandariya Akademiyên Apollo Orhan Cîhat û Azê Malazgîrt, gelek fermandar û gerîla amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan, destpê kir. Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan li merasîmê axivî, rol û mîsyona dibistanan û pêvajoya siyasî ya heyî nirxand.

Karayilan da xuyakirin ku di dema dawî de bi êrîşên li dijî gelê Kurdistanê bi destê hêzên paramîlîter tên kirin li dijî hemû gelan tên kirin û destnîşan kir ku parastina gelên herêmê, parastina dewlemendiyên Mezopotamyayê wezîfeyeke însanî û exlaqî ye.

Karayilan diyar kir ku Hêzên Parastina Gel (HPG) ên Kurdistanê wê wezîfeya xwe ya parastina hemû gelên li herêmê bicih bînin û ev xal destnîşan kir: "Herêma me Rojhilata Navîn di demeke gelekî girîng re derbas dibe. Niha şerekî giran diqewime. Di heman demê de têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê jî ketiye demeke dîrokî. Gelê Kurdistanê û gelên herêmê, ji her demê bêtir di vê demê de pêwîstiyê bi parastinê dibînin. Ji ber ku li ser bingeha konsepteke navneteweyî û herêmî, bi destê çeteyan li dijî gelên herêmê û gelê Kurdistanê êrîş tê kirin. Bi van êrîşan re tê xwestin ku hemû nirxên gelê me ji holê bên rakirin û perspektîfa azadî û demokrasiyê bê serûbinkirin. Tê xwestin ku pêşeroja gelê herêmê were tarîkirin. Herêma me bi êrîşeke ewçend qirêj re rû bi rû ye. Li hemberî van êrîşan parastina gelê Kurdistanê, gelên herêmê û dewlemendiyên Mezopotamyayê, tevî ku wezîfeyeke însanî û exlaqî ye, di heman demê de erkeke neteweyî-demokratîk e."

Karayilan ragihand ku li pêşberî van êrîşan wezîfeyeke girîng dikeve ser milê Hêzên Parastina Gel û got, "Di vê dema ku êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê tên şidandin, Başûrê Kurdistanê rastî êrîşan tê de Hêzên Parastina Gel (HPG) ên Kurdistanê, mîna li parçeyên din li Başûrê Kurdistanê jî ji bo parastina destketî û nirxên gelê Kurd, ji bo parastina gelên herêmê roleke mezin girtine ser milê xwe. Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê xwedî armanceke bi tenê ye; ew jî parastina nirx û destketiyên gelê Kurd, bicihanîna wezîfeyên xwe yên însanî û parastina mafê jiyanê yê mirovan e. Çi Kurd, çi Tirkmen, çi Asûrî-Suryanî, çi Ereb çi jî gelekî cuda; ji bo parastina her kesên bi êrîşên çeteyan re rû bi rû ne, wê Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê wezîfeya dikeve ser milê xwe bicih bîne.

'ARMANC, PARASTINA MAFÊ JIYANÊ YE'

Karayilan anî ziman ku di pêşîgirtina li qirkirineke li Şengalê de HPG'ê rol û mîsyoneke girîng hilgirtiye ser milê xwe û destnîşan kir ku armanca destwerdana li Şengalê parastina mafê jiyanê, xwedîderketina li nirxên gelê Kurd e.

Karayilan diyar kir ku eger ev wezîfe bicih nehatiba anîn wê çete li Şengalê bi deh hezaran mirov qetil bikira û ev yek wê bibûya mezintirîn qirkirina vê sedsalê. Karayilan ragihand ku hêzên HPG wê bicihanîna wezîfeyên xwe yên însanî dewam dikin.

'WESFA ŞER WÊ BIGUHERE'

Karayilan da zanîn ku di rewşeke bi vî rengî ya şer a li Rojhilata Navîn û Kurdistanê de Akademiyên Şehîd Mahîr rol û mîsyoneke mezin girtine ser milê xwe û destnîşan kir ku ji bo serketina di vî şerî de pisporbûyîn û profesyonelbûyîn nebe nabe.

Karayilan da xuyakirin ku di "demeke ewçend girîng" de bidawîbûna dewreyên perwerdeyê yên Şehîd Bextiyar, Şehîd Mahmût Afarof û Şehîd Şiyar ên Akademiyên Şehîd Mahîr wê rê li ber xurtbûn û pêşketineke mezin vekin û got, "Ji ber ku pêwîstiya herî zêde ya şerê niha, pisporbûyîn û profesyonelbûyîn e. Di bi pêşxistina pisporbûyîna gerîla û afirandina gerîlayê profesyonel de ev dibistanên me xwedî roleke girîng in. Her sê dewreyên tevlî pratîkê bibin, wê kalîteyê li şer zêde bikin, kûrbûn û profesyonelbûyînê xurtir bikin. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê yên li ser vê bingehê xwe xurt kirine, wê bi awayekî çalaktir beşdarî pêvajoyê bibin û bi awayekî serketî wezîfeya xwe ya parastinê bicih bînin."

Li dû axaftina endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, şagirtên dibistanan ên mezûn bûn dîplomayên xwe wergirtin. Merasîm bi çalakiyên çandî bi dawî bû.

BAKURÊ KURDISTANÊ BI QASÎ NÎVÊ TEVAHIYA KURDISTANÊ YE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan li dû merasîmê gelek mijarên di rojevê de nirxand.

Karayilan got, "Mercên nû yên li herêmê hatin afirandin hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn xistiye rojevê. Ji van pirsgirêkan a herî girîng û bingehîn bêguman pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê îro ji her demê bêtir di rojevê de ye. Hêzên hegemonîk ên navneteweyî dixwazin herêmê ji nû ve dîzayn bikin. Ji ber ku sîstema heyî ya li herêmê bersivê nade pêwîstiyên wan jî. Lê em weke gelê Kurd ji berê ve li dijî vê sîstemê ne. Di 91 salên dawî de gelê Kurd di her firsendê de li dijî vê sîstemê serî rakiriye, li ber xwe daye. Çima? Ji ber ku vê sîstemê Kurd înkar kiriye. Eger herêm wê ji nû ve bê dîzaynkirin, hingî divê cihekî gelê Kurd jî hebe. Gelê Kurd bi berxwedana xwe ya di 91 salên derbasbûyî re, vîn û rastiyek îspat kiriye. Çawa ku roj rastiyeke, vîn û hebûna gelê Kurd jî li Rojhilata Navîn rastiyeke. Bêyî dest bidin sînoran em dixwazin pirsgirêka Kurd li hemû parçeyan çareser bibe. Çareseriya li Bakurê Kurdistanê wê were wateya çareseriya pirsgirêka Kurd bi temamî. Rast e niha li Rojava û Başûr statuyeke bi dest ketiye heye lê ya pêwîst, çareseriyeke bingehîn e. Yên pêşketinên siyasî yên roja îro karibin rast bixwînin wê bibînin ku dema çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye. Ev dem dema çareseriya pirsgirêka Kurd e. Maf wê bibe para mafdaran û li ser vê xakê wê gelê Kurd xwe bi xwe birêve bibe; wê dawî li asîmîlasyonê bîne ku ev yek di cewhera xwe de qirkirineke."

NE TENÊ DIYALOG, GAVA PRATÎKÎ

Karayilan bal kişand ser pêvajoya çareseriya demokratîk a di Adara 2013'an de destpê kir û ev peyam da: "Weke ku tê zanîn Rêber Apo bi banga Newroza 2013'an re demeke nû da destpêkirin. Ne tenê çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ev bang û perspektîf ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn bû. Em îro jî bi vê bangê re dilsoz in. Agirbesta yekalî ya bi Newroza 2013'an re destpê kir her çend zor û zehmet bû jî, heta roja îro hatiye dewamkirin. Pêvajo êdî hatiye nuqteyeke gelekî girîng. Der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de ya divê bê nîqaşkirin ji pêvajoya Oslo û vir ve, bi taybetî di nava 2 salên dawî de bi nîqaşên li Îmraliyê bi Rêber Apo re gelek caran hatine ser ziman. Niha dem dema gav avêtinê ye. Van nîqaşan zelal kirine ku divê gav bi çi rengî bê avêtin; êdî her kes vê dizane. Ji niha û pê ve bêyî avêtina gaveke pratîkî, bi tenê meşandina diyalogê bêwate ye. Ji ber ku tiştê divê bê axaftin hatiye axaftin. Her wiha li Tirkiyeyê gelek tişt hatiye guhertin; hilbijartina Serokkomariyê hatiye kirin, hikûmet û serokwezîrê nû hatiye diyarkirin. AKP êdî bi temamî di nava dewletê de bicih bûye û li ser her tiştî serdest e. Wê çi bike divê niha bike. Li pêşiya avêtina gavên pratîkî ti sedemeke bibe asteng nemaye.

Di pêvajoya heta niha de, ji bilî sererastkirina bi navê qanûna çarçoveyê tiştek nehatiye kirin. Kêm be jî çarçoveya qanûnî ya pêvajoya çareseriyê hatiye destnîşankirin; niha jî divê pêwîstiya pratîkî bikeve rojevê. Eger nekeve rojevê, ev pêvajo êdî nameşe. Ji ber ku li aliyekî pêwîstiyên pêvajoyê tê binpêkirin; dewlet bi çêkirina qereqol, kalekol, rê û bendavên leşkerî amadekariyên xwe yên şer dewam dike."

PÊWÎSTE MERCÊN ÎMRALIYÊ JI HOLÊ BÊN RAKIRIN

Karayilan diyar kir ku hikûmeta nû di bernameya xwe de ragihand ku ew ê çareseriyê biafirînin û destnîşan kir ku eger hikûmet ji dil be divê dawî li dijminatiya xwe ya li Kurdan û Tevgera Azadiyê ya Kurd bîne. Karayilan di vê mijarê de wiha axivî:

"Divê êdî gavên pratîkî bên avêtin. Ji bo vê jî beriya her tiştî divê nexşeya rê ya çareseriyê bi lezgînî zelal bike. Pêwîste heyeta muzakereyê ya demokratîk û heyeta şopandinê bên damezrandin. Divê pakêta pîvanan bê derxistin. Bêguman divê mercên xebatên yên sermuzakerevanê aliyê Kurd Rêber Apo bê afirandin. Pêwîste sekreterên wî bikevin dewrê, şêwirmendên xwe hebin. Yanî ji bo muzakere û pêkhatina çareseriyê, divê şert û mercên Îmraliyê êdî ji holê bên rakirin.

Eger gelê Kurd û dewleta Tirk di vê dema girîng de wê vê pirsgirêkê çreser bikin, hingî divê gavên cidî bên avêtin. Bêguman gava sereke ya ji van ew e ku ji bo Rêber Apo weke mûxatabê sereke rola xwe bilîze karibe bi me re û bi her deverê re diyalogê bike. Kes êdî nikare vê piştguh bike. Gelê Kurd Rêber Apo weke Rêberê xwe qebûl dike. Eger tu dixwazî bi gelekî re li hev bê, tu nikare Rêberê wî gelî di zîndanê de rabigire. Divê pêşî li vê bê vekirin. Pêwîste dema avêtina gavên pratîkî destpê bike.

DIVÊ GELÊ ME SÎSTEMA XWE AVA BIKE

Bêguman divê gelê me vê pêvajoyê bi baldarî bişopîne. Ne tenê lê temaşe bike, divê wezîfeyên dikevin ser milê xwe bi temamî bicih bîne. Eger em êdî dixwazin li Kurdistanê perwerdeya bi zimanê Kurdî bê dayîn û dixwazin perwerdeya bi zimanê dayikê weke mafekî fermî bê qebûlkirin, hingî ji bo bicihhatina vî mafê gerdûnî li Kurdistanê, divê em bikevin nava hewldanan. Rêveberiya KCK'ê banga boykotkirina dibistanan ji bo hefteyekê kir. Wê demê divê kes neçe dibistanan. Divê dewleta Tirk jî, her kes jî bizanibe ku gelê Kurd dixwaze zarokên wan bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin. Ev mafê me ye; mafekî me yê ji ber mirovbûyîna me ye. Helwesteke bi vî rengî di heman demê de sekneke çareseriyê ferz dike ye.

Bêguman ne tenê boykotkirina dibistnan; wezîfeyên din jî hene. Beriya her tiştî wezîfeya avakirina sîstema xwe ya demokratîk heye. Divê êdî gelê Kurd xwe bi xwe birêve bibe û bêyî li benda kesî bimîne, ya pêwîst bike. Dema vê hatiye. Pêwîste civak bibe xwedî însiyatîf û bêyî bikeve nava bendewariyan gavên çareseriyê biavêje. Divê sîstema çareseriyê bê avakirin û bikeve meriyetê. 

DI MIJARA ÇARESERIYÊ DE EM BÊÇARE NÎNIN

Weke tevger û gel, divê em bi tenê çareseriyê weke armancê deynin pêşiya xwe û vê helwesta xwe bidomînin. Divê mûxatabên me jî vê rastiyê baş bizanibin. Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê êdî çareseriyê weke nebe nabe dibîne û em dixwazin vê yekê bi rêbaza diyalogê bikin. Lê eger ev nebe, em bêçare nînin. Îro herêm dikele û her kes li mafê xwe digere. Gelê Kurd jî wê êdî nekeve binê piyan. Divê dewleta Tirk û hemû hêzên pêwendîdar vê rastiyê bibînin."