Karayilan: Rêbertiya me dibe nexşerêyek nû pêşkêş bike
Karayilan: Rêbertiya me dibe nexşerêyek nû pêşkêş bike
Karayilan: Rêbertiya me dibe nexşerêyek nû pêşkêş bike
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan bal kişand ser hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Rêbertiya me ne bangekî yek alî ya li gorî daxwaza wan, dibe ku nexşerêyekî nû tê wateya bangkirina her du aliyan pêşkêş bike.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan çalakiyên ku ji bo 15’ê Sibatê pêk hat nirxand û destnîşan kir ku, li 100 navendan çalakiyên bo şermezarkirina komployê pêk hatin jî wiha got: “Çalakiyên ku bi girseyî pêk hatine çiqas diçe berfirehtir dibe û di qada netewî û navnetewî de bi berfirehî belav bûye. Bi çalakiyan peyamek mezin ji komplogeran re hate dayîn.”
Karayilan di derbarê Komploya Navneteweyî de tespîtek bal kêş kir û wiha pêde çû: “Çalakiyên 15’emîn Komploya Navneteweyî, karekterê wekî sala yekem girt, di qada netewî û navnetewî de hat şermezarkirin û di çalakiyan de banga azadiya Rêber Apo hat kirin.” Karayilan da zanîn ku, 15’emîn salvegera komployê de gelê Kurd hatiye astekî gelek xurt û wiha berdewam kir: “Niha di ser komployê de 15 sal derbaz bûye, lê dema mirov berê xwe didê rêveberiya PKK’ê û KCK’ê bi HPG’ê gihiştiye asta profesyonel. Bi kadroyên kolektîf tecrûbe û berxwedanên mezin bi modelek nû rêveberiyek xurt pêş ketiye û ne tenê kadroyên PKK’ê bi hezaran kadro girseyek mezin bi rêve dibe. Ango PKK li gor 15 sal berê zêdetir bi hêz bûye û îro di Rojhilata Navîn de bûye aktorek mezin.”
JI DYY’Ê Û YE RE BANG
Karayilan bang li Yekîtiya Ewropaya YE’ê kir û wiha got: “Ji bo berjewendiyên xwe, doza gelê Kurd a mafdar terorîze nebînin û êdî dest ji piştgiriya terora dewla Tirk berdin. Ger ku pirsgirêka Kurd hatibe vê astê, sedema wê jî polîtîkayên dewletên Ewropayê ye. Şûna ku Ewropa vê rastiyê bibîne, li Fransa, Spanya û hwd li siyasetmedarên Kurd digire. Ji aliyê mirovahiyê ve hatiye hetikandin.”
AZADIYA OCALAN
Karayilan îlana bi îmzeya entellektuel û zanistên cîhanî ya di rojnameya Îngîlîz The Guardian de bi daxwaza azadiya Ocalan hate weşandin de jî nirxand. Karayilan destnîşan kir ku, hewldanên bi vî rengî girîngîn û wiha got: "Êdî dema azadbûna Rêber Apo hatiye. Ev ne rewşeke ku tenê dewletê an Tirkiyeyê eleqedar dike. Ev êdî rastiyeke ku xwe dide fezkirine.”
DEMA AŞTIYA MAYÎN DE
Karayilan her wiha bal kişand ku êdî şert û mercên avakirina aştiyeke mayinde afirîne û di vê mijarê de jî wiha axaftina xwe beredwam kir: “Êdî di çerçoveya lihevkirina civakî de gelên herêmê li ser bingehê biratiyê û rêzgirtina ji hevdû re dîsa ne li ser bingehê qedexekirina çanda hev, bi feraseteke ku bi hev re jiyankirina çandan mîna dewlemendiyê dibîne de dema pêşketina aştiyeke bingehîn a mayinde hatiye.”
NEXŞERÊ
Karayilan têkildarî amadekariyên çûyina heyeta BDP-KCD’ê de jî nerînên xwe anîn ziman. Karayilan destnîşan kir ku, mafê BDP'ê heye ku BDP plansaziya hikûmetê qebûl neke, lê belê bi îhtîmaleke mezin navên hatine destnîşan kirin wê biçin. Her wiha Karayilan diyar kir ku, dibe nexşerêyeke çaraseriyê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve were aşkere kirin û li ser navaroka nexşerêya gengaz û wiha axivî: "Heger ji aliyê Rêbertiyê ve rewşeke îqnabûnê pêk were, Rêbertiya me ne bangekî yek alî ya li gorî daxwaza wan, dibe ku nexşerêyekî nû tê wateya bangkirina her du aliyan pêşkêş bike.” Ya girîng ewe ka hikûmet wê li hemberî vê yekê helwesteke çawa nîşan bide, wê gavên polîtîk yên çawa biavêje.”
DOSYAYA PARÎSÊ LI BER ERDOGANE
Karayilan di derbarê komkujiya Parîsê jî agahiyên girîng dan û wiha pêde çû: “Misoger bûye ku ev êrîş ji Tirkiyeyê hatiye organîze kirin. AKP wê vê yekê çawa îzah bike. Kesê ku ev bûyer pêk anî bi dehên caran bi şeklekî vekirî çûye Enqerê û ji wir hatiye rêxistin kirin. Vekirî geriyaye, bi kartên krêdiyê bazarî kirine, li Tirkiyeyê li Almanyayê bi dehan caran bi kartên krêdiyê tişt kirîne. Yanî bi şêwazekî nikaribe were veşartin êrîşeke ku ji Tirkiyeyê hatiye organîzekirin heye. Em dizinan ku di derbarê vî kesî de dosyayeke ji 25 rûpelan pêşkêşî serokwezîr kirine. Çûye ku, bi kê re hevdîtin pêk aniye, girêdayî kûye van mijaran tevan Serokwezîr Erdogan dizane. Heta ev mijar tev zelal nebin û atmosfereke ewlehî pêk neyê wê çareserî çawa bipêş bikeve?”
DEWLET Û HIKÛMET
Karayilan bibîr xist ku tiştên ji aliyê dewletê û hikûmetê ve werin kirin hene û heta ev yek pêk neyên yanî heta gavên berbiçav neavêjin kes nikare ji kurdan bixwaze ku gavan bavêjin û tiştekî wisa wê ne adil be jî. Karayilan anî ziman ku, hikûmeta AKP'ê tim gotinên “Em çareseriyê dixwazin, ev pêvajo ya çareseriyê ye" bikar tînê lê belê ne xwediyê projeyeke çareseriyê ye û destnîşan kir ku dixwaze ji bo çekdanînê herkesî bixê dewreyê. Karayilan destnîşan kir ku Erdgan di gera xwe ya Mêrdînê de banga, 'çekan binax bikin' kiriye û wiha nirxand: “Erdogan bi tena xwe derdikeve kursiyê axaftinê, kes li pêşberî wî nîne, kesî pirsa jê bike nîne, bi tena xwe diaxive. Madem hûn dibêjin bila çek bêdeng bibin û siyaset biaxive çima 8 hezar siyasetmedarên Kurd di zînanan de ne.”
Karayilan ev pirs pirsîn “Gelê Kurd dê çawa guhê xwe bide van gotinên ku xweştên guhan! “ Ku dibêjin li holê pirsgirêka miletê Kurd heye. Nûnerên ku li ser navê hikûmetê û dewletê berpirsyartî dayîne li ser milê xwe ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gelo berpirsyartiya xwe bi cih tîne? Ger ku tîne divê pêngavê ku tên avêtin bên dîtin.”
‘DI MAKEQANÛNA NÛDE DIVÊ KURD JÎ CIHÊ XWE BIGIRIN’
Karayilan diyar kir ku, divê ku gelê Kurd jî di makeqanûna nû de cihê xwe bigire û wiha axivî: “ Em pir vekirî dibêjin ku projeya ku azadiya Rêber Apo û me weke gel nebîne ev yek bi tu awayî aştiyê nayne. Ger ku li ser vê xakê projeyek bi vî awayî bê çêkirin divê ku herdû faktor esas bêngirtin. Ger ku AKP samîmî be divê ku divê çarçoveyê de nêz bibe û ji bo çareseriyeke mayînde dikare rê vebike. Divê de herkes dikare qezenc bike; hem wê gelê Tirkiyeyê qezenc bike hem jî gelê Kurd. Bivê yekê Tirkiye parçe nabe. Berovajiya wê dê hêz qezenc bike û dê dewlemend bibe.”
CIVÎNÊN PKK Û KCK’Ê
Karayilan bal kişand ser civînên ku Konseya Rêveber a KCK’ê û Komîteya Rêveber a PKK’ê pêk anîne jî wiha got: “ Divê civînê de di destpêkê de pratîka sala 2012’an hat nîqaş kirin. Bi kurtasî dikarim bêjim ku di civînê de partîk hate nirxandin û li ser vî bîngehî ji bo têkoşîna sala 2013’an jî perspektîf hat derxistin.” Karayilan wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Di civînê de pêvajoya sala 2011-2012’an hat nîqaş kirin û di nirxandinan de hat gotin ku sala ku herî zêde AKP aramanca ku dixwest negehiştiyê û ne kariye bi tu awayî tevgera me têkbibe berovajî vê yekê berxwedana tevgerê bilindbûye û dewleta tirk ne kariye mîsyona xweya li rojhilata navîn bi leyîze û divê yekê de xitimiye û divê çarçoveyê de ‘ Stratejiya entegre’ pêvajoya bi Rêbertiya me re li Îmraliyê hevdîtin daye destpêkirin. Lê belê tu nêzîkatiyekî samîmî û cidî nayê dîtin. Di civînê hat tespîtkirin ku AKP bivê helwesta xwe polîtîkayên mijolkirin, wext girtin û darbe lê danê esas girtiye û hat gotin ku Rêbertiya me ji bo ku pêvajoyê ve guherîne çareseriya û ji bo ku dewleta Tirk vê pirsgirê çareser hewldanên mezin dike. Di civînê de birayar hat girtin ku emê ji bo perspektîka ku Rêbertiya me pêş bixe jî vekirî be.”
‘SALA 2013’AN JI BO HEMLEYA MEZIN HAT PLANKIRIN’
Karayilan diyar kir ku, divê çerçoveyê de li ser du bingehan perspektîf hat şênber kirin û wiha pêde çû: “ Tevgera me ji bo ku sala 2013’an veguherîne hemleya serkeftinê hem plan hat kirin, hem jî biryar hat girtin. Di beşa duyemîn de jî hat gotin ku, ger ku Rêbertiya me têkildarî vê yekê perspektîfê ji me re bişîne emê li gorî wê xebatên xwe sererast bikin.” Karayilan bilêv kir ku bi kurtasî em divê mijarê de zelalin û perspektîfa meya têkoşînê jî zelal bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Tevgera me biryara xweya bilindkirina têkoşînê daye û ji bo vê yekê jî bi amaderkariyan re plankirina wê hatiye aşkera kirin. Ger ku pêvajoyekî ku bêje bi şer pirsgirêka çareser nabe bi aştiyê çareser dibe pêş bikeve tevgera me ji bo vê yekê jî amadeye û plankirina vê yekê jî di cih de dîtiye.”