Karayilan: Şoreşa Rojava di azadkirina Kurdistanê de rolek dîrokî dilîze

Karayilan: Şoreşa Rojava di azadkirina Kurdistanê de rolek dîrokî dilîze

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan bal kişand ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê, ji bo azadiya tevahiya Kurdistanê rolekê dilîze, her wiha dikare li Sûriye û Rojhilata Navîn rolek girîng bilîze û got: “Ger ku gelê Rojava bi pêşengiya Desteya Bilind yekîtiya xwe pêş bixe û sîstema xwe ava bike, wê karibe di avakirina Sûriya demokratîk û azad de jî roleke mezin bilîze.  Ji bo vê yekê pêwîste yekîtî bê xurt kirin û her kes berpirsyariya xwe bicîh bîne.” Karayilan got ku ew li pişt gelê Rojava ne.

Pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Qamişlo piştî agirpêxistinê, bi axaftina Seroka Meclîsa Gel a Qamişlo Remziye Mehemed dom kir. Piştî axaftina Mehemed, peyama Serokê Konseya Birêvebir a KCK’ê Murat Karayilan a bi deng hate guhdarîkirin.

Murat Karayilan bi gotinên, “Gelê me yê hêja, tevahî gelê Rojavayê Kurdistanê merheba ji were, welatê qehremanan welatê Şehîd Şîlanan , Şehîd Rusteman, Şehîd Xebatan û Şehîd Rifetan ji we hemûyan re merheba.  Hevalên Hêja Dostên bi rûmet welatparêzên hêja; ez bi navê tevahî tevgera me di serî de Newroza Serok Apo, Newroza hemû kesên li van qadên hanê, Newroza tevahî Rojavayê Kurdistanê, her çar perçeyên Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikim. Bi taybet ev roja hêja li malbatên Şehîdan, li dayikê şehîdan jidil û can pîroz dikim” dest bi axaftina xwe kir.

Karayilan, got ku ew di şexsê Kawayê Hemdem Mazlum Dogan de tevahî “Şehîdên Şoreşê”  bibîr tînin û wiha dom kir: “Sozaku me daye wan li vê derê careke din dûbare dikin û dibêjin ku emê agirê Newrozê geş bikin, agirê azadiyê bilind bikin, tevayî Kurdistanê azad bikin, bîranîna wan şehîdên ezîz bi azadkirina Kurdistanê bidin jiyandin.”

Karayilan şoreşa Rojavayê Kurdistanê silav kir û wiha berdewam kir: “Şoreşa we li we hemyan pîroz dikim, bi taybetî qehermanên berxwedana Serêkaniyê, berxwedanên  Helebê û tevahî berxwedanvanên YPG'ê, wan şehîdên qehreman bibîr tînim û silav dikim.”

‘QONAXEK DÎROKÎ YE’

Serokê Konseya Birêvebir Karayilan, bal kişand ku wekî gelê kurd Newroza 2013'an di qonaxeke pir  dîrokî de pêşwazî dikin û ev tişt anîn ziman: “Îro têkoşîna azadiya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û li tevahî Kurdistanê ketiye qonaxeke pir giring û hesas. Em dibêjin ku ev qonaxa azadiya Kurdistanê, qonaxa serkeftina gelê kurd e û misogerkirina azadiya Kurdistanê û azadiya Rêber APO ye.”

‘HEMLEYÊN GIRÎNG DI NEWROZÊ DE HATIN DESTPÊKIRIN’

Karayilan bal kişand ku Newroz di dîroka gelê kurd de cihekî giring digire û wiha dom kir: “Me hemû hemleyên giring di Newrozê de dane destpêkirin. Niha jî Serok Apo di Newroza 2013'an de pêvajoyeke pir giring dixe rojevê. Ev wekî pêngaveke rizgarya demokratîk  û avakirina azadiyê di rojeva me de ye. Divê em jibîr nekin ku ev pêvajo di encama serkeftina tekoşîna de ketiye rojevê. Serkeftina têkoşîna Rojavayê Kurdistanê û hemleya li Bakurê Kurdistanê rê vekir ku Serok Apo pêngavek wiha bavêje.”

Karayilan, anî ziman ku divê herkes zanibe ku ew wekî PKK'ê amadene ku di vê dema dîrokî de bi berxwedan û şer Kurdistanê azad bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe:  “Di vê mijarê de em bixwe bawerin. Şert û mercên Rojhilata Navîn, derfetên di destê me de û hêza me bawerî dide ku em îro Kurdistanê azad bikin. Lê em di her şert û mercî de şer naxwazin. Heger dewletên desthiladar amadebin, em jî amadene ku bi rêbazên aştiyane jî Kurdistanê azad bikin. Bila herkes zanibe ku PKK ji şer re jî ji aştiyê re jî amade ye. Li ser vî esasî emê pêvajoya ku Seroka Apo daye destpêkirin, emê bibiryarî di jiyanê de pêk bînin. Ev pêvajoyek têkoşînê ye, ne tenê ji bo Bakurê Kurdisanê, ji bo tevahî Kurdistanê girîng e. Serokatiya me bi vê pêvajoya nû dixwaze pirsgirêka kurd li tevahiya perçeyên Kurdistanê çareser bike.”

‘ŞOREŞA ROJAVA ROLEK GIRÎNG LÎSTIYE’

Serokê Konseya Birêvebir a KCK’ê Murat Karayilan, destnîşan kir ku ev pêvajo gaveke nû ye û ev tişt anîn ziman:  “Di vê çarçoveyê de li hemberî vê pêngava nû erka me hemiyan heye.  Sala 2013'an yan bi şer yan jî bi aştiyê sala çareseriyê ye. Pirsgirêka kurd êdî wê çareser bibe. Di vê çarçoveyê gavên we li Rojavayê Kurdistan avêtine, bingehê hîn xurt dike. Şoreşa we ne tenê ji bo Rojavayê Kurdistanê, ji bo tevahî Kurdistanê giring e. Ji bo azadiya tevahiya Kurdistanê rolekê dilîze.Di heman demê şoreşa we ji bo şoreşa Sûriyeyê, ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk xwedî rol e û dikare roleke hîn mezin bilîze. Şoreşa we bingeha biratiya kurd û gelê ereb ava dike.”

‘DIVÊ HERKES BIBERPIRSYARÎ NÊZÎ BIBE’

Karayilan got ku divê hemû kes di vê mijarê de bi berpirsyarî nêzî bibe  û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev 2 salin li Sûriyeyê şerek heye û eşkere bû ku bişer di demeke kurt de encamgirtin gelekî zehmet e. Divê êdî hemû alî li çareseriya siyasî bigerin fikir û ramana rast ev e. Di vê mijarê de sekna siyaseta kurd a li Rojavayê Kurdistanê  sekneke rast e. Wekî aliyekî 3'yemîn temsîkina gelê xwe bi awayekî erênî hate meşandin. Ger ku êrîş hat xwe diparêze, ku êrîş nebe bi siyasetê dixwaze encamê bigire. Siyaseta rast ev e.”

‘ROJAVA DIKARE LI ROJHILATA NAVÎN ROLEK MEZIN BILÎZE’

Karayilan, da zanîn ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê dikare li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn rolekî mezin bilîze û wiha pê de çû: “Şert û mercên vê jî îro çêbûne, ji ber vê divê hûn bixwe bawerbin. Ji derve pir zêde dest di nava Sûriyeyê de hene, dixwazin civaka Suryê bêîrade bikin û dixwazin heman tiştî li ser kurdan bimeşînin. Divê hun siyaseta serbixwe, xeta rast, xeta 3'yemîn dibin her şert û mercî de temsîl bikin. Hunê wisa hûnê biçin encamê, Di vê mijarê de yekîtiya xwe xurt bikin, hîn jixwe bawer bikin.”

 ‘YEKÎTIYA XWE PÊŞ BIXIN’

Karayilan, bal kişand ger ku gelê Rojava bi pêşengiya Desteya Bilind yekîtiya xwe hîn zêde pêş bixe, sîstema xwe ya azad, demokratîk û xweser ava bike, wê karibe di avakirina Sûriya demokratîk û azad de jî roleke mezin bilîze, her wiha wê karibe di azadkina tevahiya Kurdistanê de roleke dîrokî bilîze.

‘EM LI PIŞT WE NE’

Karayilan, da zanîn ku di vê qonaxa girîng de berpirsyariya her welatparêzekî/ê heye û got divê her kesek li erkê xwe xwedî derkeve. Karayilan di berdewama axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Îro li Rojavayê Kurdistan ger ku hun di xeta rast û çarçova şoreşa gelan de bimeşin hun dikarin bigihîjin serkeftinê. Divê hun jibîr nekin ku çi ji dest me bê em ê bikin. Hun ne bi tenê ne em li pişt we ne, em ne tenê li pişt we ne, li kêleka we ne. Hemû gelê kurd li kêleka we ye, doza we dozek mafdare, riya we rast e, hunê biser bikevin. Divê herkes hîn zêde xwe biparêze, saziyên xwe yên parastinê xurt bike, saziyên xwe yên avadaniyê hîn zêde xurt bike, xwe hîn zêde birêxistin bike, ger ku wisa bibe, wê serkeftin ya we be.”

Karayilan di dawiya axaftina xwe de serfektin ji gelê Rojava xwest û gotinên xwe wiha bidawî kirin: “Bi taybet ji bo tevayî xebatkaran, ji bo dayikên hêja, ji bo jinên welatparêz, ji bo ciwanên delal û hêja, ji bo tevahî welatparêzên Rojavayê Kurdistanê ez bi navê partiya me we ji dil û can silav dikim, di têkoşîna we de serkeftinê dixwazim. Li ser vî esasî ez careke din Newroza pîroz li we hemiyan pîroz dikim, hêvî dikim ku şoreşa we destkeftiyên xwe misoger bike û ji bo rizgarkirina tevahî Kurdistanê roleke dîrokî bilîze. Li ser vî esasî careke din ji were serkeftinê dixwazim, Newrozê li we hemiyan pîroz dikim û dibêjîm ‘bijî bijî Newroz, bijî bijî şoreşa Rojavayê Kurdistanê, bijî Serok Apo.”