Karkerê ji ber hezazê di bin axê de ma jiyana xwe ji dest da

Karkerê ji ber hezazê di bin axê de ma jiyana xwe ji dest da

Li devera Toptepe ya Şirnexê ji ber hezaza di kana komirê de rû da karkerê di bin axê de ma jiyana xwe ji dest da.  Di hezaza ku dema karkeran navbera xwarinê dabûn de pêk hat karkerê bi navê Mehmet Ata Kutlu bi giranî birîndar bibû. Kutlu li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Di hezaza li kana komirê ya li devera Toptepe li ber qûntara Cûdî ku berê jî gelek caran hezaza têde pêk hatibûn karkerê bi navê Mehmet Ata Kutlu (36) jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku 6 karkerên bi Kutlu re di bin axê de mabûn bi derfetên xwe ji bin axê derketibûn.