Karkerên li avahiya AKP’ê çalakî pêk anîn rastî êrîşa polîsan hatin
Karkerên li avahiya AKP’ê çalakî pêk anîn rastî êrîşa polîsan hatin
Karkerên li avahiya AKP’ê çalakî pêk anîn rastî êrîşa polîsan hatin
Li Semsurê karkerên ku endamên sendîkayê ne ji kar hatine avêtin û ev 23 roje li mafên xwe digerin, li ber avahiya AKP’ê çalakî pêk anîn. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşê karkeran kir û çar karker binçavkirin.
Nêzî 300 karkerên Kargeha Ta ku endamên Sendîkaya Oz Îplîk-îşê ya ku girêdayê federasyona Sendîkayên Karkeran bû ev 23 roje têdikoşin û îro jî li Parka Demokrasî civiyan û rê li trafîkê girtin.
Karkera dirûşmeyên wekê ‘ zext dê me têk nebin, em bi berxwedanê dê mfê xwe qezenc bikin’ berz kirin. karker çûn ber avahiya AKP’ê û li wir çalakî pêk anîn. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşê karkeran kir û çar kes binçavkirin. Karkên hatin binçavkirin birin Midûriyeta polîsan. Karkerê bi navê Mehmet Uder jî birin nexweşxanay Lêkolînê ya Semsurê.
Karkeran piştî vê xwestin bimeşin ber Walitiyê. Polîsan dîsa asten kirin û dîsa alozî derket. Karkeran li parka Demokrastiyê çalakiya xwe domandin. Ablokaya polîsan didome.