Karkerên rastî êrîşa nîjadperest hatin rê girtin
Karkerên rastî êrîşa nîjadperest hatin rê girtin
Karkerên rastî êrîşa nîjadperest hatin rê girtin
Li Bagcilara Stenbolê, karkeran rêya dualî ya TEM'ê li trafîkê girtin. Hat hînbûn ku çalakî bi armanca şermezarkirina êrîşa li dijî Karkeran a ji ber bi Kurdî axivîne, hate lidarxistin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li kargeha înşaetê ya Ege Yapi û TOKÎ ya li nêzî Îstoç a Bagcilarê 3 karkerên Kurd ji ber bi Kurdî axivîne rastî êrîşa bi kêran a pênc kesan hatine.
Der barê nasnameya karkerên rastî êrîşê hatine agahî nehatin bidestxistin. Lê belê tê gotin yek ji van karker ê ji Amedê jiyana xwe ji dest daye, 2 karker jî birîndar bûne.
Karkerên ku bi bûyerê hesiyan li ber kargeha înşaetê kom bûn. Karkerên ku di demeke kurt de hejmara wan gihaşt hezarî, ji bo dengê xwe bidin bihîstin ber bi avahiya Kanal D ve dest bi meşê kirin. Karkeran li vê derê çalakiya xwe dewam kirin û dûre rêya TEM a Mahmutbeyê bi çalakiya rûniştinê li trafîkê girtin.
Çalakiya rûniştinê ya karkeran a li ser rêya TEM'ê dewam dike.
Li Tirkiyê, li dijî êrîşên nîjadperest ên li hemberî Kurdan û komên din ên etnîk û olî, heta niha tedbîrên cidî nehatine girtin. Êrîşkar gelek caran ji aliyê rayedarên hikûmetê ve bi gotina "nerazîbûna welatiyan" rewa tên nîşandan. Tevî ku êrîş nayên cezakirin, bi daxuyaniyên fermî rê li ber êrîşên nû tê vekirin.