Karwana Semsûrê hat astengkirin

Karwana Semsûrê hat astengkirin

Girseya ku ji Semsûrê ber bi Serêkaniyê ve ji bo beşdarî nobeta Rojava bibe ket rê li ser rêya di navbera Riha û Semsûrê de hat astengkirin.

Gelê Semsûrê helwesta polîsan a di çûna ber bi “Nobeta Rojava” de ku tehdît li wan hat kirin û cezayê pereyan li wan hat birîn protesto kirin. 

Komên ku ji bo beşdarî çalakiya li Serêkaniyê bibin di pêşengiya Rêxistina Bajêr a BDP’ê ya Semsûrê de ketin rê, li derketina otobana Riha de li nuqteya polîsan hatin rawestandin û çûna wan a Sêrekaniyê hat astengkirin. Komên ku neçar man vegerin Semsûrê li ber Rêxistina Bajêr a BDP’ê ya Semsûrê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Girseya ku kom bû dirûşmayên “Bijî berxwedana YPG'ê" ku qîr kirin daxuyanî ji aliyê Hevserokê Rêxistina BDP’ê ya Semsûrê Abuzer Kuçukkelepçe ve hat dayîn. 

Kuçukkelepçe da xuyakirin ku çûna wan a Serêkaniyê ji aliyê polîsan ve hatiye astengkirin û wiha got, “Ji bo piştgiriya ji Gelê Rojava re em ber bi Serêkaniyê ve ketin rê. Polîsan li ser rê em tehdît kirin û cezayên pereyan ên zêde li maşîneyan birîn. Em vê helwesta polîsan a kêfî şermezar dikin.” Kuçukkelepçe gelê Rojavayê Kurdistanê ku silav kir, da xuyakirin ku gelê Rojava ne bi tenê ye.