Karwanê cenazeyê Tokçû ber bi Geverê ve ket rê
Karwanê cenazeyê Tokçû ber bi Geverê ve ket rê
Karwanê cenazeyê Tokçû ber bi Geverê ve ket rê
Cenazeyê Bêmal Tokçû yê ku di dema merasîma 7’ê Kanûnê ji bo du kesên ku li navçeya Colemergê Geverê hatin qetil kirin de, gule li serê wî hat xistin û îro jiyana xwe ji dest da ji nexweşxaneya Wanê hate girtin û ber bi Geverê ve hate bi rêkirin.
Cenazeyê Bêmal Tokçû yê ku di saetên siharê de jiyana xwe ji dest da piştî xelasbûna kar û barên otopsiyê şûnde ji aliyê bi sedan kesî ve ji Navenda Tiba Dursun Odabaş a Nexweşxaneya Zankoya Yuzuncu Yil a Wanê hate girtin.
Parlementerê BDP’a Wanê Ozdal Ûçer, Serokên BDP’a Navçeyên Wanê Musa Îtah, Figen Yaşar, Serokên şaredariyên Navçê, nûnerên STO çûn nexweşxaneyê.
Di dema cenaze ji morgê hate girtin de li ser hev dirûşmên weke “tolhildan, întifa” û “Şehîd na mirin” hatin qêrîn.
Piştî girtina cenaze li pêş deriyê nexweşxaneyê Parlementerê BDP’a Wanê Ozdal Ûçar daxuyaniya çapemeniyê da. Ûçar diyar kir ku di otopsiya Tokçû de hate zelal kirin ku di encama gule û bi çûna xwîna hindirê wî de jiyana xwe ji dest daye.
Ûçer got ku encamên rapora otopsî gotinên şahidên boyerê jî pişt rast dike û wiha got: “Li Geverê ji aliyê polîsan ve gule li ser gelê me hatine barandin û di encama vê gule baranê de Bemal Tokçû jiyana xwe ji dest daye. Emê heya dawî jî li dûv vê komkujiyê biçîn.”
Cenazeyê Tokçû bi kervanekî ji sedan wesayîtan pêk dihat ber bi Geverê ve bi rê xistin. Cenazeyê Tokçû li gorî biryara ku malbata wî bide, wê li gundê Alakana yê lê hatiye dinê yan jî li navenda navçeya Geverê were defin kirin.