Karwanê lîsteya PÇDK'ê qeza kir: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da

Karwanê lîsteya PÇDK'ê qeza kir: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da

Di karwana hilbijartinê ya Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) de, li Silêmanî qezayeke trafîkê rû da û di encamê de ajokarekî jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Di karwana hilbijartinê ya PÇDK'ê de, îro êvarê saet di 19:00'an de qezayeke trafîkê rû da. Di qezaya li navbera navçeyên Pêncwên û Seyidsadîq de ajokarekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn. 

Hat ragihandin ku navê PÇDK'yiyê jiyana xwe ji dest da Farûk e û ji Rojhilatê Kurdistanê ye. 

Her du welatiyên bi giran birîndar bûn jî, rakirin nexweşxaneyê.