Katalonya ji bo serxwebûnê refandûm pêk tîne

Katalonya ji bo serxwebûnê refandûm pêk tîne

Herêma xweser a Katalonyayê ya li rojhilatê Spanyayê ji bo serxwebûna welatê xwe dê referandûm pê bîne. Pêşnûmeya referandûmê ji aliyê Parelementoya Katalon ve hate qebûlkirin.

Parlementoya Katalonya pêşnûmeya ji bo serxwebûna serxwebûnê qebûl kir. Her çar partiyên di parlementoyê de piştgirî dan pêşnûmeyê û pêşnûme bi 81 dengan li hemberî 21 dengan hate qebûlkirin.

Kolîsyona Araste û Yekitî ya desthilat CUI di pêşnûmeya pêşkêş î meclîsa Katalon kir de got; “Divê gelê Katalon bi awayeke azad û demokratîk dahatûya xwe diyar bike. Ji ber vê jî pêwîstî bi şêwiriya gelê Katalon heye.”

Li gorî anketên di nava raya giştî ya Katalonyayê de hatin kirin ji nîvî zêdetirê gelê Katalon daxwaza serxwebûnê dikin.

Piştî vê biryarê pêvajoya referandûmê dest pê kir. Rêveberiya Madrîdê ji vê yekê nerazî ye. Serokwezîrê Spanyaya bi krîza aborî re rû bi rû ye Mariano Rajoy ji bo hewla serxwebûnê ya Katalonyayê got; “Li pirsgirêkan pirsgirêkên nû zêde nekin” û li hemberî vê biryarê derket.