Vê hefteyê li herêma xweser a Spanya Katalonyayê hilbijartin dest pê dikin. Hilbijaritnên Parlementoya dawiya hefteyê pêk tên. Di van demên dawiyê de Spanya bi krîza aborî re rû bi rû ye û daxwaza serxwebûnê ya li herêma Katalonyayê bilind dibe ji ber wê jî tê payin ku hiljartinek dijwar pêk bê.
Li gorî nûçeya rojnameya Guardianê Serokê Katalonyayê Artur Mas, diyar dike ku veqetîn ne ewqas hêsan e, lê dibêje “Gele zor e ku bikarin vê rewşa heyî jî bidomînin.”
Ger Katalonya bibe welatek serbixwe dê di warê şêniyê de Danîmarka û Îrlandayê jî li pişt xwe bihêle. Herêma xweser a Katalonyayê ya li rojhilatê Spanyayê ye. Di meha îlonê de Parlementoya Katalonya pêşnûmeya ji bo serxwebûna serxwebûnê qebûl kir. Her çar partiyên di parlementoyê de piştgirî dan pêşnûmeyê û pêşnûme bi 81 dengan li hemberî 21 dengan hate qebûlkirin.
Kolîsyona Araste û Yekitî ya desthilat CUI di pêşnûmeya pêşkêş î meclîsa Katalon kir de got; “Divê gelê Katalon bi awayeke azad û demokratîk dahatûya xwe diyar bike. Ji ber vê jî pêwîstî bi şêwiriya gelê Katalon heye.”
Li gorî rapirsiyên di nava raya giştî ya Katalonyayê de hatin kirin ji nîvî zêdetirê gelê Katalon daxwaza serxwebûnê dikin.
Piştî vê biryarê pêvajoya referandûmê dest pê kir. Rêveberiya Madrîdê ji vê yekê nerazî ye. Serokwezîrê Spanyaya bi krîza aborî re rû bi rû ye Mariano Rajoy ji bo hewla serxwebûnê ya Katalonyayê gotibû; “Li pirsgirêkan pirsgirêkên nû zêde nekin” û li hemberî vê biryarê derketibû.