Kavak, Çelîk û Heso hatin bîranîn
Kavak, Çelîk û Heso hatin bîranîn
Kavak, Çelîk û Heso hatin bîranîn
Li bajarê Swîsre Zurichê, 'Şehîdên Tebaxê' Cemal Kavak, Kadîr Çelîk (Huseyîn Mahîr) û Îsa Heso hatin bîranîn. Di civîna bîranînê ya li salona dawetê ya Esenê de, tevî malbata Kavak, Nûnerên civaka Azad û xizmên şehîdan nêzî hezar kes amade bûn.
Li salona bîranînê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, siyasetmedarên Kurd ên jin ên li Parîsê hatin kuştin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, cangoriyên Kurdisatnê hatin daliqandin.
Di merasîma bîranînê de zarokên Cemal Kavak Eyup û Rojhat Kavak, Endamê KNK'ê Selahattîn Soro, Nûnerê Civaka Azad, ji Komîsyona Malbatên Şehîdan Alî Matûr, parêzer Mahmût Şakar, Nûneriya Tevgera Jinê ya Kurd a Swîsreyê, Nûnerê YNK'ê Berez Hecî Rizgar û ji PYD'ê Hesen Dirêj axivîn.
Peyama girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê û peyama kurê Cemal Kavak ê li girtîgehê Devrîm Kavak jî ji aliyê birayê wî Rojhat Kavak ve hat xwendin.