Kaya: Êşên erdhêjê hîn zindiye

Kaya: Êşên erdhêjê hîn zindiye

Serokê Şaredariya Wanê Bekir Kaya  bi bûneya 23’ê Cotmehê roja salvegera erdhêja Wanê daxuyaniyekî da û da diyar kirin ku du sal li ser erdhêjêre derbasbûne lêbelê êşên wê hîna zindiye.

Serokê Şaredariya Wana Bekir Kaya, li ser  23’ê Cotmeha sala 2011' an  roja erdhêja wanê daxuyaiyekî da û bal kişand li ser erdhêjê û destnîşan kirin ku gelê Wanê di dîrokê de  êşekek herî mezin kêşaye û da diyarkirin ku, li rexmê ku du sal li ser erdhêjê re derbas bûne jî hêj jî êşên wê nû ye.

Kaya da diyar kirin ku du sal derbas bû lê hêj mexdûrî xilas nebûye û got: “Bi teybet niha li bajêr gelê me li sê herêman di rewşekî xirab de li konteyneran jiyan dikin. Pêwiste demek  ji ya din zû tir pirsgirêkên van malbatan yên tendoristî, germahî, avahî  û gelek pirsgirêkên din bên çareserkirin. Bi hatina werzê zivistanê re ev malbat nikarin li wêderê jiyan bike, hikûmeta navendî divê di vê mijarê de zû gavekê bavêje. Divê mijarê de erkê dikeve li ser milê dînamîkên bajarên ji bo jiyanê girînge.”

Kaya got:" Bi teybet ji bo kesên di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dane xûdê rehma xwe biditê. Gelê me di 23’ê Cotmehê de êşek mezin kêşiya.” Kaya da diyar kirin ku ew êşên nayên wate kirin li her derê Wanê tê dîtîn û erdhêjê di milê Civakî, derunî û fîzîkî de jî rê ji gelek rûxandinên mezin re vekiriye û wiha pêde çû: “ Gelê me têkoşîn û  hewildanên ku li himberî vê hirakirinê nîşan dayî mînakekî piştgiriyê bû. Disan li her aliyê cihanê gel piştigirya xwe da nîşandan vê yekê jî em jî dil de bi bandûr kirin. Ji ber vê yekê di salvegara wê de em hemû kes û saziyên ku piştgiriya xwe dane nîşandan spasiyên xwe pêşkêş dikîn.”