Kaya: Ocalan peyama 'Gelên Tirkiyeyê dê çawa azad bijîn' da
Kaya: Ocalan peyama 'Gelên Tirkiyeyê dê çawa azad bijîn' da
Kaya: Ocalan peyama 'Gelên Tirkiyeyê dê çawa azad bijîn' da
8 siyasetmedarên ku di nav de Şaredarê Wanê Bekir Kaya jî heye li Wan û Elbakê bi çoş hatin pêşwazîkirin. Kaya peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û wiha got: “Li Tirkiyeyê 20 sal berê di Newroza 21’ê Adarê de agirbest hatibû îlankirin. Agirbesta destpêkê bû. Diyalogek hebû. Heke wê rojê ev vîn hatiba nîşandan ez bawerim bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest nedidan. Dê bi hezaran mirov hêj jiyan bikirana. Em 20 salan dereng ma ne. Pêvajoyekî mirov jiyana xwe ji dest nedin li benda me ye.”
8 siyasetmedarên Kurd ên li Wanê di rûniştina sêyemîn a doza “KCK'ê” de serbest hatin berdan li avahiya BDP'ê ya Wanê bi gel re hatin cem hev. Bi sedan kesên li ber avahiya BDP'ê ya Wanê hatin cem hev sloganên "Bijî Serok Apo" û “şaredar Bekir” qîr kirin. Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu, Hevserokên Rêxistina BDP’ê yên Wanê Musa Îtah û Fîgen Yaşar, parlamenterên BDP’ê yên Wanê Nazmî Gur, Ozdal Uçar, Dayikên Aştiyê û ji aliyê sedan kesan ve hatin pêşwazîkirin. Welatiyên Bekir Kaya himbêz kirin slogana "Azadiya Ocalan” qîr kirin.
‘ME HÛN DÎL GIRTIN’
Piştî pîrozbahiyan Şaredarê Wanê Bekir Kaya daxuyanî da û diyar kir ku, operasyonên di bin navê KCK'ê yên starta wan di hilbijartina 2009’an dest pê kir, bi armanca BDP’ê tasfiye bikin pêk hat û wiha got: "Di îdianameyan de jî ev heye. Tu tiştê li dijî zagonan tuneye. Tenê sekna partiya me ya muxalîf û pêvajoya dewlet partiya me tasfiye bike heye. Em jî 10 meh berê bi vê raman hatin binçavkirin û hatin girtin. Me sekna dadgehê berteraf kir. Rayedarên hikûmetê gelek caran ev yek aşkerayî gotin. Duh dozger di dosyaya me de tiştên roja destpêkê me gotin piştrast kirin. Ji me re got, 'Rêxistinê tundî da rawestandin em jî we serbest berdidin. Me hûn dîl girtin. Lê em di vê pêvajoyê de we serbest berdidin.” Em ji vê pêvajoyê kefyxweş in. Tu têkiliya me bi tundiyê tuneye. Tu helwestên me yên binpêkirina zagonan tunene. Heke ev tundî bê rawestandin û siyaset pêş bikeve em dê ji vê yekê keyfxweş bibin. Em 4 sal berê ve yekê got. Dadê ev yek qebûl nekir. Herî dawî aqilê wekhev pêk hat û em jî duh tahiliye bûn. Bêguman tahliyeya me gelek tiştekî mezin nîn e. Bi hezaran hevalên me hêj dîl girtîne. Hêvî dikim ku ev jî dê azad bibin.”
DIVÊ ZIMANÊ TÊ BIKAR ANÎN BÊ GUHERTIN
Kaya peyama dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê nêzî 20 sal berê di 21’ê Adarê di Newrozê de agirbest hatibû îlankirin. Agirbesta destpêk bû. Diyalogek hebû. Heke wê rojê ev vîn hatiba nîşandan ez bawerim bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest nedidan. Dê bi hezaran mirov hêj jiyan bikirana. Em 20 salan dereng man. Pêvajoyekî mirov jiyana xwe ji dest nedin li benda me ye. Hêvî dikim ku ji hesabên biçûk re nayê hebakirin. Birêz Ocalan bi awayekî vekirî peyama weke manîfestoya Rojhilatan Navîn de tenê ji bo kurdan na ji bo hemû gelên Tirkiyeyê dijîn çawa dê azad bijîn peyam da. Ji aliyê hikûmetê ve jî tu nexşeriyên li berçav nayên xuyakirin. Zimanê tê bikaranîn ji zimanê 3-4 meh berê cuda nîn e. Peyamên niyetên baş em bi hêvî dikin. Pêvajoyekî hêsan nîn e. Tenê bi dewlet û KCK'ê nabe divê hemû hêzên civakê di vê pêvajoyê de destê xwe bidin hev. Hêvî dikim ku di demek gelek kin de em dê demên azad bijîn.”
‘BI TÊKOŞÎNA GEL EM HATIN BERDAN’
Parêzerê Buroya Hiqûqê yê Sedsalê Cuneyt Canîş jî wiha axivî: “Operasyona li hemberî me hat kirin bi helwesta gelê duh li ber girtîgehê û li kolanên Wanê heta derengî şevê seknî û dayikên îro li vir rawestiyan vala hat derxisitin.” Canîş, diyar kir ku bi salane gelê kurd ji bo aştî û demokratiyê têkoşînê dide û bedelan dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo mirin pêk neyên têkoşînê dide. Mixabin hêj di girtîgehan de ji parêzer, siyasetmedar, rojnameger, zarok û bi hezaran kes girtî hene. Hêj em nehatin girtin em di nava têkoşînekê de bûn. Ev têkoşîna me piştî em ji girtîgehê derketin hêj dê zêde bibe. Heta hemû hevalên me yên dîl tên girtin serbest bên berdan. Ez careke din gelê me yê em bi tenê nehiştin spasiyên xwe li wan dikim.”
ELBAKÊ SIYASETMEDARÊN KURD HEMBÊZ KIRIN
Şaredarê Elbakê yê berê Îhsan Guler û Serokê Rêxistina BDP'ê yê Elbakê yê berê Dervîş Polat jî li navçeya Elbakê ya Wanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Girseya bi dawol û zurneyan siyasetmedar pêşwazîkirin û demên hestiyar hatin jiyîn. Bi hezaran kes li ber avahiya BDP'ê ya Elbakê hatin cem hev û Guler û Polat pêşwazî kirin. Şaredarê Elbakê yê berê Îhsan Guler li vir daxuyaniyekî kin da û wiha got: “Em bi salan di girtîgehê de bimînin û em ji canê xwe bibin em dest ji doza xwe ya mafdar bernadin. Qasî ez we li cem xwe bibînim ne tenê rojekê heta heta ez di girtîgehê debim jî ez razî me. Ji ber ku ez kurdim ez gelek serbilind û birûmetim.” Piştî daxuyaniyê siyasetmedarên Kurd li Navenda Çandê ya Şaredariya Elbakê bi gel re hatin cem hev.