Kaytan: Meşa azadiyê li ber serketinê ye

Kaytan: Meşa azadiyê li ber serketinê ye

29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê, ji aliyê bi sedan gerîlayan ve bi coş hat pîrozkirin. Yek ji damezrînerên PKK'ê Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Alî Haydar Kaytan li pîrozbahiyê axivî û got, "Li Kurdistanê meşek nû ya azadiyê li ber serketinê ye. Kî çi dibêje bila bêje, ji her demê bêtir em xwedî derfetên serketinê ne."

Pîrozbahiyên 29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Bi beşdariya bi sedan gerîlayan, duh pîrozbahiyeke mezin hat lidarxistin.

Tevî yek ji damezrînerên PKK'ê Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Alî Haydar Kaytan, endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Rojhat Belate, Endama Konseya Leşkerî ya YJA-Star Çîçek, ji fermandarên YJA-Starê Sozdar Dêrik û gelek gerîla amade bûn.

Pîrozbahiyê bi merasîmeke leşkerî destpê kir. Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Alî Haydar Kaytan bi pîrozkirina 15'ê Tebaxê li tevahiya gelê Kurd û gelên herêmê dest bi axaftina xwe kir û got, "PKK'ê bi têkoşîna xwe re, ji civakeke ku axa mirî li ser hatibû raxistin, gelekî berxwedêr afirandiye. Beriya pêngav destpê bike, li Kurdistanê bêdengiya mirinê hebû. Kurdistan mîna goristanekê bû. Gelê Kurd jî mîna civakeke ku axa mirinê li ser hatibû raxistin. Di van şert û mercan de pêngava 15'ê Tebaxê demeke nû da destpêkirin. Ev yek biryardariya gelê Kurd a li jiyanê, qêrîna azadiyê bû. Ev qêrîna hebûnê bû. Em vê gelekî baş dibînin. Kurdistan îro, axa zibilkirî ya azadiyê ye. Kurdistan, ji bo tevahiya gelên herêmê îro bûye erdnîgariya deskevtiyên mezin lê hatine bidestxistin û herî zêde nêzî serketinê bûye. Mîna ku Rêberê me dibêje; meşên hêviyê yên mirovahiyê her tim li qirax, li cihên dûrî sîstemê destpê dikin. Kurdistan jî hem di warê cografî hem jî di warê gelê li ser dijî de, qiraxa sîstemê ye, li derveyî sîstemê maye."

Kaytan, dema derketina PKK'ê şiband dema têkoşînên li dijî Firawûnan û ji Hz. Îsa mînak da: "Tevgera Îsa li qiraxa sîstemê destpê kir. Tevgera Mûhammedî dîsa li derveyî sîstemê, li qiraxekê destpê kir. Û niha cihekî din ê li derveyî sîstemê li Kurdistanê meşa azadiyê ber bi serketinê ve dike. Kî çi dibêje bila bêje, ji her demê bêtir em xwedî derfetên serketinê ne."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Kaytan da xuyakirin ku asta heyî vê rastiyê bi awayekî berçav radixe ber çavan û bi pîrozkirina 15'ê Tebaxê li tevahiya gerîlayan, dawî li axaftina xwe anî.

Di pîrozbahiyê de, koro, skêç û pêşandan govendê ya yekîneyên gerîla, hatin nîşandan û lîstin. Gerîlayên beşdarî pîrozbahiyê bûn, li ber stranên Comert û Awazên Çiya govend gerandin.