KCD: Bila AKP gavên berbiçav û samîmî dane holê

KCD: Bila AKP gavên berbiçav û samîmî dane holê

Meclisa Daîmî ya KCD duh civînek awarte li dar xist û encama civînê aşkera kir. Di encamnameyê de hat diyar kirin ku, divê pêvajo zelal be û hikûmet der barê çareseriyê de planên xwe parveke û wiha hat gotin: “Çendî ku dem di ser de derbas nebûye divê gavên demokratîk bên avîtin.”

Meclisa Daîmî ya Kongreya Civak a Demokratîk (KCD) ji bo pêvajoya siyasî binirxîne duh civînek awarde pêk anîn. Di civînê de KADEP, DDKD, Însiyatîfa Azadî, Koma Dîcle Firatê ya Diyalog, Turk ÎŞ, KES, TMMOB, Komeleya 75’an, Platfoma Vegera Xwezayî, nûnerên Komeleya Pîr Sultan Abdal amadebûn.

Hevserokên KCD’ê der barê xebatên xwe û têkiliyan de encamnameyek aşkere kirin û di encamnameyê de wiha hat gotin: “Pêvajoya ku birêz Ocalan daye destpêkirin ji aliyê herkesî vê piştgirî tê dayin. Divê ev pêvajo zelal be û hikûmet der barê çareseriyê de planên xwe ji civakê re parve bike û çendî ku dem zêde ser de derbas nebûye gavên demokratîk bên avîtin. Divê pêvajoyê de ger ku kurd dinava seknek wekhevî de bin dê ev jî ji bo pêvajoyê çareseriyê pir girîng be. Ji ber wê jî barê giran dikeve ser hemû tevgerên kurd ên siyasî. Bi vê yekê re girêdayê faliyetên dîplomatîk jî di vê pêvajoyê de derketiye holê. Girîngî ew e ku ji bo çareseriyê têkoşîna demokratîkbûyîn her roj zêdetir bilind be. Ji ber ku encax çareseriya demokratîk bi têkoşîna demokratîk pêk bê û ji ber ku gelê kurd gelek kolektîfe ji bo mafên xwe bidest bixe hertim dinava têkoşîna demokratîk de be.”

KURD NABIN ALÎGIRÊ XIRAKIRINA PÊVAJOYÊ

Di encamnayeyê de tê gotin ku  pêvajoya ku Ocalan ji nû ve hatiye destpêkirin hedef ew e ku gelê kurd û tirk bikarin bihevre jiyan bikin. Ji ber wê jî divê ku hemû hesasiyeta pêvajoyê li berçav bê girtin û herdu gel ji bi awayekî wekhev nêzî hev bibin û ev hat gotin:  “Gelê kurd wê nebe alîgirê ne vê pêvajoyê xirabike ne jî pêvajoyê bêxe zoriyê.”

Di encamnameya KCD’ê de wiha hat gotin: “Gelê kurd yê ku baweriya wê ya têkoşîna aştî û demokrasiyê nayê hejandin dê di vê pêvajoyê de ne wê nebe alîgirê xirakirina pêvajoyê ne jî alîgirê pêvajo xistina zoriyê. Em weke Meclisa Daîmî ya KCD’ê bang li hikûmeta AKP’ê dikin ku ji bo pêvajoya çareseriya pêngavên şênber biavêje. Di vê ku hemû partiyên ku di TBMM’ê de cih digirin divê ku xwe ji polîtîkayên ku zirerê bide demokrasiya welat xwe jê dûr bixin. Her wiha îradeya jinan ya ku di 8’ê Adarê ku diyarî sê jinên şoreşger yên li Parîsê hatibûn qetilkirin kiribûn de derket holê ku dê jin  jî bi ruhekî xurt beşdarî pêvajoyê bibin. Li hemberî vê îradeya jinê li Stenbolê di çalakiyê 8’ê Adarê de faşîstan êrîşî jinan kir nayê qebûlkirin. Divê ku hikûmet berpirsên vê êrîşê derbêxe holê û ceza bike.”

XWEDÎDERKETINA LI ‘ROJAVAYÊ KURDISTANÊ’ MECBÛRIYE

Di encamnameya civînê de ji bo rojava yê Kurdistanê jî ev hat gotin: “Ji ber şoreşa ku ‘ Li rojavayê Kurdistanê’ pêk tê bandoriyek erênî li ser hemû gelê kurd kiriye û li hemberî vê yekê gelê kurd hem di aliyê siyasî û maddî de mecbure ku xwedî li Rojavayê Kurdistanê derbike. Ji ber vê yekê hat tespîtkirin ku xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê kêmahiye. Gihiştin encamê ku divî alîde xebat bên meşandin.”

KCD’ê  diyar kir ku ewê Newroza 2013’an ‘Di potensiyela manîfestoyê’ deye û herî dawî ev hat gotin: “ Em bang li hemû gelê xwe dikin ku divê pêvajoyê hesas de têkoşînê bilind bikin.”