KCD Cejna Paskalya pîroz kir

KCD Cejna Paskalya pîroz kir

KCD bi peyamekê cejna xelkê Xiristiyan ya Zadîk-Paskalya pîroz kir.

Di peyama ku ji aliyê Komîsyona Kêmenetew û Baweriyan ya KCD ve hatî weşandin, hate diyarkirin ku cejin rojên yeketî û piştgiriya gelanin. Di peyamê de hate gotin ku, “Di heman demê li ser erdnîgariya me asta herî bilind ya baweriyên ji hev cûda ku ji hev bandor bûyî rojên pîroz cejnên wanin.”

Îro ji bo alema Xiristiyan cejneke pîroze ku, roja Hz. Îsa careke din zindîbûyî û weke (Zadîk) Cejna Paskalya tê pîrozkirin, bi vê boneyê KCD cejna alema Xiristiyan pîroz kir. KCD di peyama weşandî de anî ziman ku, “Bi hêviya ku aştî, wekhevî û biratiyê di serî de bîne Kurdistanê û hemû cîhanê Cejna Paskalya ya alema Xiristiyan pîroz be.”