KCD çû serdana BDP û KURDDÎ-DER’ê

KCD çû serdana BDP û KURDDÎ-DER’ê

Endamên Meclisa Daîmî ya Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) biboneya hefteya borî BDP’ê rêveberiya xwe ya bajarê Amedê di kongreyê de hilbijart, ji bo pîrozbahiya BDP’ê û KURDÎ-DER’ê serdan pêkanî. Endamên Daîmî yên KCD Seydî Firat, Irfan Babaoglû, Fatma Kûyûncû û Endamên Dîwana Serokatiya KCD Edîp Yaşar çûn serdanê.

Endamên KCD serdana xwe ya destpêkê li avahiya BDP’a bajarê Amedê pêkanîn, her wiha Hevseroka BDP’a Bajar Zubeyde Zumrut pêşwaziya KCD’iyan kir. Zumrut û endamên KCD’ê yên hatine serdana pîrozbahiyê li ser pêvajoya siyasî sohbet kirin. Piştî axaftinan Zumrut memnûniyeta xwe pêşkêş kir û sipasiya serdanê kir.

Piştre endamên KCD yên derbazî KURDÎ-DER’ê bûn, Serokê Giştî yê KURDÎ-DER’ê Sebahetîn Gultekîn û rêveberên wê pêşwazî kirin. Li ser bikaranîna zimanê Kurdî û belavkirina wê sohbet hatin kirin, her wiha rêveberên KURDÎ-DER’ê di derbarê zimanê Kurdî de projeyên xwe vegotin.