KCD: Divê kampanyaya alîkariya bo Rojava lezgîntir be

KCD: Divê kampanyaya alîkariya bo Rojava lezgîntir be

Koordînasyona Alîkriya Rojava ya KCD’ê banga lezgînkirina alîkariya bo Rojava kir. Li ser navê Koordînasyonê seroka giştî ya Tuhad-Fedê Zubeyde Teker axivî û got: “Piştgiriya bo Rojava, domandina alîkariyan, pîvana piştgiriyê ye.”

Koordînasyona Alîkariya Rojava ya KCD’ê li avahiya KCD’ê daxuyaniyek da. Seroka Tuhad-Fedê Zubeyde Teker di derbarê kampanyayê de axivî.

Teker da zanîn ku, israr û daxwaza bihêzkirina çanda jiyanê ya gelê Rojava gelek girîng û bi wateye û diyar kir ku, piştgiriya bo daxwazên gelê Rojava  divê alîkar di dema xwe de bên kirin. Teker wiha got: “Piştgiriya bo Rojava, domandina alîkariyan, pîvana piştgiriyê ye”

Teker da zanîn ku, kampanyaya ku KCD’ê di 9’ê sibatê de daye destpêkirin didome û wiha got: “Di nava du mehan de xurekê sekere  yên wekê mamaya ji bo zarokan, amûrên paqijiyê û gelek amûrên din bi giştî 113 kamyon ji deriyên Nisêbîn û Akçakaleyê derbarî Kabonî û Qamişlo bûn. Lê ambargoya navnetewî didome û  ji bo şikandina ambarboya li ser Rojava divê em bi ruhê seferberiyê xebatên alîkariyê bimeşînin. Divê rayagitşî zêdetir bixebite û bi vê berpirsiyariyê tevbigere.”

Teker got, derbarê girtina deriyê Sînor yê Akçakaleyê bi hikûmetê re hevdîtin kirine û  got hikûmetê gotiye ku pevçûnên li sînor ji bo demekê derî girtine.