KCD'ê Apê Mûsa bibîr anî
KCD'ê Apê Mûsa bibîr anî
KCD'ê Apê Mûsa bibîr anî
KCD'ê, di 21. salvegera qetilkirinê de Apê Mûsa bibîr anî. Di peyamê de hat gotin, "Îro bi hezaran mirovên bi rûyê ronîdar, gelekî bi dilê azad, di rêya Apê Mûsayan de dimeşin."
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya 21. salvegera qetilkirina zanyarê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) -20'ê Îlon 1991 Amed- peyameke nivîskî weşand.
Di peyamê de wiha hat gotin:
"Apê Mûsa di dîroka siyasî ya gelê Kurd a nêz de, hem şahidê gelek raperînan bû hem jî bi xwe jiya. Tevî dram û êşa gelê Kurd, bû şahiyê ruhê azadiyê. Lê belê ti ji van raperînan mîna têkoşîna azadiyê ya salên 90 heyecan nedabû wî.
Di nivîs û rûniştinên dozên li hemberî xwe de bi gotina "dema ez çûm dê çavên min vekirî û li pişt nemîne" ev heyecana xwe dianî ziman. Heftê salî bû, lê di asta herî bilind a heyecana azadiyê bû. Bi avakirina Enstîtuya Kurd û nivîskariya rojnameya Gundemê re, ev heyecana xwe ya azadiyê derbasî qadeke têkoşînê ya hilberînê kir.
Bi vê taybetmendiya xwe re Apê Mûsa di dilê gelê Kurd de evîneke azadiyê, çavkaniya îlhamê ya ciwanan û ji bo hevalên xwe yên bi hev re dixebitin bû motîvasyona wêrekiyê.
Ji ber vê taybetmendiya xwe rastî êrîşa hêzên serdest hat. Ev hêzên ku ji rastiyan direvin, ji ronahiya meşaleya azadiyê ditirsin, li pêşberî dîrokê weke şopeke reş mane û civakê ew ji nava xwe derxistiye.
Îro di rêya Apê Mûsayan de bi sedan generalên têk naçin, bi hezaran mirovên bi rûyê ronîdar, gelê bi dilê azadiyê dimeşin.
Weke KCD, em zanyarê gelê Kurd Apê Mûsa di 21. salvegera qetilkirinê de bi rêzdarî û minet bibîr tînin."