KCD-E banga beşdariya li Festîvala Dortmûndê kir
KCD-E banga beşdariya li Festîvala Dortmûndê kir
KCD-E banga beşdariya li Festîvala Dortmûndê kir
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd li Ewropayê (KCD-E), ji bo 21. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya roja 21'ê Îlonê li bajarê Elmanya Dortmûndê bê lidarxistin, banga beşdariyê li gelê Kurd û dostên wan kir.
Desteya Koordînasyonê ya KCD-E, ku rêxistinbûyîna herî mezin a Kurdan li Ewropayê ye, der barê 21. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya ji aliyê YEK-KOM'ê ve bi dirûşma "Ji Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re Statu" tê organîzekirin û diyarî sê siyasetmedarên jin ên Kurd ên li Parîsê hatin qetikirin û şervanên di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane hat kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîr xist ku festîvala îsal li pêvajoyeke ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn guhertinên bingehîn pêk tê rast hatiye û hat gotin, "Beşdariya xurt li festîvalê dê were wateya biryardariya azadî û yekitiya neteweyî ya li ser bingeha dilsoziya bi şehîdan û xwedîderketina li nirxên azadiyê ye. Bi vê yekê re Kurd û dostên wan wê peyamê bidin ku heta komkujiya li Parîsê bê ronîkirin û hesap ji beprirsyaran bê pirsîn, ewê şopdarên bûyerê bin."
‘EMÊ ŞOREŞA ROJAVA SILAV BIKIN'
Desteya Koordînasyonê ya KCD-E diyar kir ku ewê di festîvalê de silav li şoreşa demokrasî, azadî, civakî û siyasî ya li Rojava û berxwedana gel bê kirin. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di berxwedana li Rojavayê Kurdistanê de tevahiya Kurdistan li ber xwe dide, li ser navê hemû parçeyên Kurdistanê têkoşîna pûçkirina planeke navneteweyî tê meşandin. Ji ber vê yekê, statu û şoreşa Kurdan a li Rojava, dê pêşî li serdemeke nû li herêmê veke. Lewma Kurdistanî û dostên xwe, wê ji bo silavkirina berxwedan û şoreşa gelê li Rojava û xwedîderketina li wan, di festîvalê de bên cem hev."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rewşa xetimandî ya pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê, ku ji ber pêkanîn û polîtîkayên hikûmeta AKP'ê derket holê û hat gotin, "Ji bo rêveçûna vê pêvajoyê di serî de gelê Kurd roleke mezin dikeve ser hemû hêzên demokratîk. Em bang li hemû takekes, sazî û dezgehên civata Meclîsê, ku di encama Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya li Ewropayê derket holê dikin ku ji bo beşdariya çalak a Kurdistanî, Tirkiyeyî, Anatoliyî û Mezopotamyayî ya li pêvajoyê, bi hêzeke mezin tev li festîvalê bibin."
Desteya Koordînasyonê ya KCD-E di dawiya peyama xwe de bi gotina, "Di 21'ê Îlonê roja Şemiyê de em li Dortmûndê werin cem hev" bang li hemû Kurdistanî û dostên wan ên Ewropî kir.